Li Gimgimê banga ‘aştî û azadiyê’ 2025-12-31 17:22:49       MÛŞ - Li Gimgimê jı bo mîtînga "Hêvî û Azadî"yê ku dê di 4'ê Çileyê de bê lidarxistin, banga beşdarbûnê hat kirin.   Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji bo mîtînga "Hêvî û Azadî"yê ya ku dê di 4'ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin, belavok belav kirin. Siyasetmedar jî di nav de, gelek kes beşdarî xebatê bûn. Girseyê girîngiya mîtînga 4'ê Çile destnîşan kir û banga beşdarbûnê kir.