Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin 2025-12-30 16:41:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.   Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê îro saet navbra 11.00’an û 12:00’an de êrişî derdora Bendava Tişrînê kir.   Hate ragihandin ku êriş bi dronên kamikaze hatiye kirin û di encamê de zerarên madî çêbûn.   Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê saet 16.00’an bi top û çekên giran derdora avahiya li Bendava Tişrînê topbaran kir û di encamê de 3 şervanên wê birîndar bûne.