Li Amedê Komxebata Civaka Demokratîk û Tenduristiyê 2025-12-20 16:43:05   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Tenduristiyê” komxebatek li dar xist. Axevêran diyar kirin ku li cihekî ku demokrasi û aştî lê nebe mirov nikare qala tenduristiyê jî bike û destnîşan kirin ku tevkariya avakirina civaka demokratîk berpirsyariya her kesê ye.   Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Tenduristiyê” li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Di komxebatê de pankartên “Bêyî Jiyana Ekolojîk Aştî û Tenduristî ne pêkan e”, “Bê zimanê dayikê tenduristî nabe/ Bê ziwanê mayê weşîye nêbena”, “Em ê bi nirxên civaka demokratîk ve tenduristiya civakê ava bikin”, “Li hember nexweşiya modernîteya kapîtalîst xweparastina me komînên me ye” û “Bi mafê hêviyê re ber bi civaka azad û tendurist ve” hatin daliqandin. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Giştî Mehmet Siddik Akin, endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîjkan a Tirk (TTB) Şerîf Demîr, parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û pêkhateyên platformê di nav de ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tenduristvan beşdarî komxebatê bûn.   Ewilî li ser navê Platforma Tenduristiyê ya Amedê, rêveberê Odeya Bijîjkan a Amedê Mûhammed Can axivî. Mûhammed Can destnîşan kir ku heta demokrasi nebe aştî pêk nayê, heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî pêk nayê û wiha got: “Di cîhanê de dema penasekirina tenduristiyê tê kirin dibêjin ku ‘başiya ji aliyê laş û ruhî’. Em dibînin ku ev penasekirin kêm e. Başiya siyasî qasî başirya laş û ruhî girîng e. Heta ku başiya siyasî nebe kes nikare xwe azad hîs bike û kesê xwe azad hîs neke nikare bitendurist bibe. Divê demokrasiyeke ku her kes xwe di nav de bibine were avakirin. Berpirsyartiyên me çi ne divê em çi bikin ji ku dest pê bikin. Divê em bizanin ku zimanê dayikê destpêk e. Heta ku tenduristiya bi zimanê dayikê pêk neye ne nexweş ne jî kedkarên tenduristiyê nikarin xwe îfade bikin û bidin fêmkirin. Ji ber vê yekê heta ku zimanê dayikê nebe tenduristî jî nabe.”   Dû re Hevserokê SES'ê yê Giştî Mehmet Siddik Akin axivî û wiha got: “Me bi gotina ‘Civakên Azad ne bi tendurist in’ dest bi xebatên xwe kir. Em dikarin çiqas tevkariyê li avakirina civaka demokratîk bikin. Em dikarin têkoşîna demokrasî û aştiyê çawa mezin bikin. Ev berpirsyartiya kedkarên tenduristiyê û hemû beşên civakê ye.”   Endamê Konseya Navendî ya TTBê Şerîf Demîr jî axivî. Şerîf Demîr diyar kir ku li cihekî ku demokrasî lê nebe mirov nikare qala tenduristiyê jî bike û wiha got: “Ji duh ve em têkoşîna vê didomînin. Dema em li tiştên ku tenduristiya gel xera dikin dinêrin. Em dikarin çawa ruhê kolektif ava bikin em ê vê yekê nîqaş bikin. Weke pêkhateyên tenduristiyê hatina me ya li bahev gelek girîng e. Em weke TTB jî nîqaşên ku dikarin di vê pêvajoyê de çi bikin dikin. Xebatên me çêdibin. Divê di serî de pêkhateyên tenduristiyê hemû beşên civakê bifikirin ku di vê pêvajoyê de berpirsyartiyeke çawa bigirin.”   Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî da zanîn ku demekî dirêj meclisên tenduristiyê nîqaş kirin û ava kirin. Heval Bozdag pirsa “Tenduristî dê çawa xwe di vê pêvajoyê de entegre bike, girîngiya komunê çi ye” kir û wiha got: “Divê em têkoşînê birêxistin bikin.” Heval Bozdag beşeke Manîfestoya 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî xwend û wiha domand: “Em ji xwe bawer in û em ê encamê jî bigirin. Jiyana azad û aştî û demokrasî armanca me ye.”   Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Vahap Saçakli jî têkildarî kiryarên qeyûm ên derbarê şaredariyê de û xebatên tenduristiyê yên şaredariyê yên serdema nû pêşkeşiyek kir û daneyên xebatên xwe parve kirin.   Dû re endama Odeya Bijîjkan a Amedê Rêzan Altindag têkildarî beşa ewil a komxebatê ya bi navê “Civaka Demokratîk û Pêkhateyên Tenduristiyê” axivî. Rêzan Altindag diyar kir ku li gel pêvajoyê hewcehî bi komun û meclisan jî heye û bi lêv kir ku dê pirsa “Çima em hewcehî bi avakirina civaka demokratîk dibînin?” bibersivînin. Rêzan Altindag anî ziman ku divê komun û meclisên ku gel bikare xwe îfade bike bên avakirin û qala têkoşîna tenduristiyê ya deh salan kir. Rêzan Altindag bal kişand ser xebatên tenduristiyê yên bi zimanê dayîkê û anî ziman ku hêj jî di vê mijarê de kêmasiyên wan hene.   Di beşa duyemîn a komxebatê ya bi serenavê “Di pêvajoya entegrasyona demokratîk de rol, erk û berpirsyariyên me” de jî ewilî Akademîsyenê Aştiyê, pisporê Tenduristiya Gel Mehmet Zencîr axivî. Mehmet Zencîr behsa entegrasyona demokratîk û berpirsyariyên tenduristvanan kir.   Dû re endama Komîsyona Xwendekaran a SES'ê Şîlan Tarlak pirsên “Dewlet û komun çi ne?” û “Entegrasyona demokratîk çi ye?” bersivandin. Şîlan Tarlak anî ziman ku entegrasyona demokratîk ew e ku mirova hebûna xwe biparêz e û azad bibe û wiha got: “Niha pêvajoyeke diyalogê heye, divê têkoşînê bi rêxistin bikin.” Şîlan Tarlak di berdewama axaftina xwe de qala penasekirina tenduristvan kir û xebatên tenduristvanan vegot. Şîlan Tarlak di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê tenduristvan ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê 24 saetan bixebitin.”   Endamê Şaxa SESê ya Wanê Abbas Bîngol jî têkildarî serenavê “İsrara di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye” axivî û qala pirsgirêkên tenduristiyê yên li bakurê Kurdistanê kir. Abbas Bîngol di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li cihekî ku Dayikên Şemiyê, qedexekirina Kurdî lê hebe û Komkujiya Roboskê lê hatibe kirin, mirov nikare qala tenduristiyeke baş bike. Heke entegrasyona demokratîk û azadî pêk neyê dê di dawiyê de dîsa komkujiyên weke Roboskê pêk werin. Ji bo ku entegrasyona demokratîk pêk bê û mafên kolektif ên gelê Kurd werin nasîn divê kedkarên çapemeniyê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”   Abbas Bîngol behsa Demokratîkkirina xizmetên civakî jî kir û wiha domand: “Heke li Kurdistanê polîtikayên îmha û înkarê hebin kes nikare pirsgirêkên civakî çareser bike. Ji bo jinûveavakirina tenduristiyê divê akademî û komun bên avakirin. Komun asta tenduristiya civakî bilind dikin.”   Dû re komxebat bi atolyeyên bi mijarên “Entegrasyona Demokratîk” û “Tenduristvan kî ye” berdewam kir. Komxebat dê sibê bi mijarên “Pergala Tenduristiyê ya Rojava û Tecrûbeyên Komînan” , pêşkeşkirina raporên atolyeyan û nirxandina komxebatê dê bi dawî bibe.