Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn 2025-12-19 20:38:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku dema êrîşên li hember Tişrînê dişopoandin hatin qetilkirin, di yekemîn salvegera qetilkirina wan de li Kobanê hatin bibîranîn.   Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19`ê Kanûna 2024`an de dema êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di bombebarana SÎHA ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin.   Yekitiya Ragihandina Azad û Yekitiya Ragihanina Jin ji bo salvegera Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan merasîke bîranînê bi amadebûna bi dehan rojnamevan, nûçegihan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyan, li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li Kobanê li dar xist.   Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştire hevserokê Yeketiya Ragihandina Azad a Kantona Firatê Mihemed Mistefa sersasxî ji malbat û hevrêyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re xwest û diyar kir ku ew ê şopdarên rêya wan bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin.   Hevsroka Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) a Kantona Firatê Dicle Ehmed diyar kir ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan kêlî bi kêlî êrişên dagirkerê dişopandin û ji raya giştî re parve dikirin û wiha got: "Şehîd Cîhan û Nazim her tim êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dişopandin û dexwestin her kes bi hovîtiya wan bibînin. Wan bi hêz û moraleke herî xurt bi pênûs û kemereya xwe têkoşîn û berxwedaneke bê hempa dan meşandin û kêlî bi kêlî hovitiya dijmin eşkere kirin."   Piştî axaftinan, mûm li ber wêneyên  Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hat vêxistin.Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.