‘Jinên penaber nikarin pirsgirêkên xwe vebêjin’ 2025-12-19 09:05:33   Rozerîn Gultekîn   WAN- Endama Komîsyona Koçberî û Îltîcayê ya Baroya Wanê parêzer Ceylan Ukay da zanîn ku penaber di serî de li GGM’yan û her qada jiyanê bi pirsgirêkan re tên rû hev û wiha vegot: “Dîtina nava GGM’yan ji aliyê wezaretê ve tê astengkirin. Ji ber vê jî bi qasî ku tê ragîhandin em der barê pirsgirêkan de dibin xwedî agahî. Jinên penaber pirsgirêkan nikarin vebêjin.”   Şer û pevçûn dibin sedema koçberbûna bi mîlyonan kesî. Di vê pêvajoyê de yên herî zêde mexdûr dibin jin û zarok in. Jin di riyên koçeriyê de bi her cureyê tundî û destdirêjiyê re tên rû hev. Di serî de li Navendên Vegerandina Îdarî ya Koçberiyê (GGM) û her qada jiyanê de pirsgirêkan dijîn. Endama Komîsyona Koçberî û Îltîcayê ya Baroya Wanê parêzer Ceylan Ukay der barê mijarê de axivî.   ‘Kapasîte pir derbas bûye’   Ceylan Ukay da zanîn ku ji ber Wan bajarê sînor e, wek qada transfer a penaberan tê bikaranîn û got: “Piranî Afgan û Îranî tên Wanê. Penaber piştî ku ji Îranê tên Wanê bêyî bikevin bin qeydan ji aliyê leşkeran ve tên dersînorkirin. Li sînor dikevin destê çeteyan û îşkence lê tên kirin. Em der barê kapasîteya Navenda Îdarî de ne xwedî agahiyek zelal in. Lê li gorî agahiyên di destê me de ji 800’yî zêdetir kes li navendê hene. Kapasîteya navendê jî di bin vê hejmarê de ye. 6 meh biryara şopandina îdarî tê girtin û piştî vê dikare 6 mehên din jî bên dirêjkirin. Li dijî biryarên dersînorkirinê, ger di 7 rojan de pêvajoya hiqûqî neyê destpêkirin kar û barên dersînorkirinê tên destpêkirin.”   ‘Ji aliyê wezaretê ve tê astengkirin’   Ceylan Ukay got bi riya îxbaran ji pirsgirêkan agahdar dibin û got: “Daxwazên me yên ji bo başkirina rewşa penaberan heye. Li navendên vegerandinê ava germ pirsgirêkek mezin e. Nikarin bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bikin. Me bi midûrê navendê re hevdîtin kir. Got hejmar di ser kapasîteyê de ye û di mijara ava germ de şaredarî û VASKÎ berpirs e. Tevî me daxwaz kir jî ji ber wezaret destûrê nade tu kes nikare bikeve navendê.”   ‘Jin pirsgirêkan venabêjin’   Ceylan Ukay balkişand ser rewşa penaberên jin û got: “Jinên penaber nikarin pirsgirêkên xwe bêjin. Piranî mêr tevli serlêdan û hevdîtinan dibin. Jin dengê xwe nakin. Jin nizanin serî li ku bidin. Gelo çima em bi penaberên mêr re hevdîtinê dikin? Jin ji ber hevjîn an jî rewşên din deng dernaxin an jî derfetê nabînin. Di çarçoveya porojeya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê de di nokteya alîkariya edlî de piştgiriya hiqûqî tê dayîn. Divê Tirkiye di vê mijarê de berpirsyariyê bigire. Qanûna Parastina biyanî û Navneteweyî têr nake. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê mafê jiyanê bê parastin.”