Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-12-18 15:03:22   AMED - Hunermenda Kurd Eyşe Şan, di 29'emîn salvegera koça xwe ya dawîn de li ser gora xwe hat bîranîn.   Eyşe Şan a ku wekî “Şahbanûya Bêtac” a muzîka Kurdî tê naskirin, di 29'emîn salvegera koça xwe ya dawî de, bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê bi merasîmekê hat bibîranîn. Di merasîma ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), MA Music û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve hat lidarxistin de; malbat û dostên Eyşe Şanê, Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan, Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî amade bûn. Berî merasîmê, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo salvegera mirina Eyşe Şanê xêra wê loqme hatin belavkirin.   ‘Bi xêr hatî ser axa xwe’   Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş piştî duayan axivî û diyar kir ku Eyşe Şanê bi salan e dixwest li vir were bibîranîn. Yaş wiha got:   “Ruhê wê şad bû ku îro evqas hezkiriyên wê li dora gora wê ne. Ev hesret ne nû ye, bi salan e dihate xwestin ku li vir were bibîranîn; ev daxwaza wê bi xwe bû û daxwaza her kesî bû. Termê wê şeş meh berê anîn vir, em dibêjin bi xêr hatî. Wê li vir av vexwar; peyv, hesret û derdên wê li vir gihîştin hev. Êş û hesreta ku di klamên xwe de dianî ziman, bû hesreta gel jî. Em dibêjin bi xêr hatî ser axa xwe. Ger îro gora Eyşe Şanê li vir be, ev bi saya dostên wê, malbata wê û Yuksel Avşar e; em spasiya hemûyan dikin.”   ‘Ez wê emanetî gelê wê dikim’   Kurê Eyşe Şanê, Murat Kersen spasiya her kesî kir û wiha axivî:   “Me piştî 29 salan dayika xwe anî ser axa wê. Hinekî dereng ma lê mercan wisa xwest. Ez Eyşe Şanê emanetî gelê wê dikim; ji bo min ya herî îdeal ev bû, wê bi xwe jî ev dixwest. Ez pir bextewar im, cihê wê bihuşt be.”   Dosta malbatê Yuksel Avşar jî anî ziman ku ew bi daxwaza wesiyeta wê pir kêfxweş e û diyar kir ku ev çar sal û nîv in ew bi malbatê re di nav şêwirê de ne. Avşar got: “Bila anîna wê ya vir bibe wesîleya aştî, azadî û biratiyê. Gora wê gul û gulîstan be.”   ‘Şan emanetê me ye’   Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan jî got: “Em hem bextewar in hem jî hinekî xemgîn in. Eyşe Şan emanetê me û hemû Kurdan e. Bila çavê malbata wê li paş nemîne; heta ku em li vir bin, em ê xwedî li vê emanetê derkevin.”   Evin Dulek a ji MA Musicê jî bal kişand ser têkoşîna Eyşe Şanê û got: “Em Eyşe Şanê ne tenê bi stranên wê, lê bi têkoşîna wê ya li dijî pergala feodal jî nas dikin. Eyşe Şan wekî hunermende ne nemir cihê xwe di dîrokê de girt. Em jî hewl didin mîrateya ku wê li pey xwe hîştiye bidomînin.”   Piştî axaftinan duayên hatin xwendin û qaranfîl danîn ser gora Eyşe Şanê.