ROJEVA 18'YÊ KANÛNA 2025'AN 2025-12-18 09:00:00   * Cemîle Çagirga ku 12 salî  di qedexeyên derketina derve de hat qetilkirin cenazeya wê 3 rojan di cemedankê de hat sekinandin. Dayika wê Emîne Çagirga da zanîn ku ew tevî êşan aştiyê dixwaze.” BI DÎMEN    * Komîsyona Çand û Hunerê ya ÎHD’ê, belgefîlma dîroka 40 salî û têkoşîna mafên mirovan a ÎHD’ê çêdike. Belgefîlma ku di heman demê de wê bibe wekî pirtûk jî bê weşandin dê di  di 40 saliya ÎHD'ê di 17’ê Tîrmeha 2026’an de bê nîşandan. DÎMEN HEYE   * Eyşe Şan ku wek "Keybanûya bê tac" tê zanîn di 29’emîn salvgera wefata xwe de hîna ji dengbêjin Kurd re dibe pêşeng.   *Dayika rojnameger Cîhan Bîlgîn ku bi hevalê xwe yê rojnameger Nazim Daştan re ha qetilkirin Katîbe Bîlgîn, diyar kir ku keç awê her tim rojnamegeriya aştiyê kiriye û got: “Keça min ji bo aştî bê têkoşîn meşand.” DÎMEN HEYE   *Jinên bi pêşengiya jinên rêxistina DEM Partiyê ya Sancaktepeyê hatin gel hev, bi perwerdehiya erbaneyê hem xwe bi rêxistin dikin hem jî têkoşîna jinê mezin dikin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray diyar kir ku mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ ya wê di 4’ê Çileyê de pêk bê ji bo pêkhatina mafê hêviyê û xurtkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girîng e û banga tevlibûnê kir. DÎMEN HEYE