Berfîn Nurhak û Sema Roza li Îzmîrê hatin bîranîn 2025-12-16 14:41:07   ÎZMÎR - Li Îzmîrê ji bo endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star'ê Berfîn Nurhak û endama YJA Starê  Sema Roza ku jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiyek bîranînê hat lidarxistin.   Li Îzmîrê ji bo endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star  Hanim Demîr (Berfîn Nûrhaq)  û endama YJA Starê  Înci Sümbül (Sema Roza) ku di 13'ê Kanûna 2021'an de li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê ANYAKAYDER'ê ve çalakiyek hat lidarxistin. Bîranîn li avahiya Rêxistina Bajar a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî beşdar bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.   Berfîn Nuhak têkoşîna gelê kurd mîrate hişt   Bîranîn bi deqeyek rêzgiritnê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre vîdyoyek li ser jiyana Berfîn Nûrhaq û Sema Roza hate nîşandan. Hevseroka ANYAKAYDER Bedîha Güzelyüz di çalakiyê de axivî û diyar kir ku jinên Kurd di hemû waran û di tevahiya dîrokê de roleke diyarker lîstine û got ku jin îradeya damezrîner, hêza hilgir û mijara exlaqî-siyasî ya şoreşê ne. Bedîha Güzelyüz got, "Berfîn Nûrhaq ruhê berxwedêr, rûmet û biryardariya têkoşîna jinên Kurd ji me jinan re hişt. Ew ê her tim di bîranînên me de wekî sembola helwestekê bimîne ku li hember zilm û înkarê bêdeng nema û azadiya jinan di navenda jiyanê de datîne. Mîrata ku hevalên me Berfîn û Sema hiştine dê di hêz, berxwedan û biryardariya rêxistinkirî ya jinên Kurd de bijî."   'Em ê heta têlên porê ku li çiyayan mane jî biparêzin'   Piştre, Dayika Aştiyê Peyruze Kurt, dema ku axivî, diyar kir ku Berfîn Nûrhaq li dijî înkara Kurdan, bindestiya wan  û êrîşan û zilma li ser jinan serî hildan û got, "24 salan ji bo gelê xwe xebitî, têkoşîn gihand vê radeyê, heta dema ku em behsa aştiyê dikin. Em ê wan qet ji bîr nekin. Em ê heta têlên porê ku li çiyayan mane jî biparêzin. Em ê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin."