Jin li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em dixwazin wek mirovan bijîn 2025-12-07 09:03:12   Pelşîn Çetînkaya - Semra Turan   DÊRSIM - Bazara Dêrsîmê ku havînê gelek qelebalix û bi tevgere, zivistanê tê asta rawestinê. Esnafê jin diyar dikin ku tevî ku bi saetan di sar û şiliyê de dipên, pir caran bêyî ku kar bikin destvala vedigerin malê.   Li welat krîza aborî her diçe giran dibe û hêza girtinê ya welatiyan her diçe dikeve. Esnaf jî ji vê rewşê bandor dibin û nikarin tu tiştekî bifroşin. Li Dêrsîma ku 85 hezar serjimara wê heye, esnaf ji ber krîza aborî rojên zehmet dijîn.   Jinên li bazara  gel a Qada Seyît Riza ya li navenda Dêrsîmê ye, tezgah vekirine, ji bo debara xwe havîn û zivistanê dixebitin. Li bazaran ku ji 30’yî zêdetir esnafên jin hene, cil û bergên herêmî, xişir û berhemên keda destê xwe difroşin.   Havînê ji ber gerên li herêmê kar û barê jinan baş dimeşe. Lê zivistanê karê wan tê aste rawestandinê. Jinên ku ji ber berhem nayên firotin, piranî neçar dimînin tezgahên xwe bigirin û yên vedikin jî tevî sar û şiliyê ji bo debara xwe bi saetan li bazarê dimînin. Jinan diyar kirin ku qezenca wan ya rojane pir kêm e û gotin gelek caran bêyî ku tiştekî bifroşin tezgaha xwe digirin û diçin malê.   Jinan diyar kirin ku ji ber krîza aborî di alî psîkolojîk de bi bandor dibin û ji ajansa me re der barê mijarê de axivîn.   ‘Ez hewcedariyên keça xwe digirim’   Aysel Aygul da zanîn ku 4 sal in li bazarê standê vedike û wiha anî ziman: “Krîzê di her alî de bandor li me kiriye. Ez cil û bergên gelerî, xişir difroşim. 3-4 sal in vî karî dikim. Krîz bandorek mezin li me dike. Heta sala borî karê me pir baş bû. Lê îsal pir xerab e. Em di kirê de ne. Em zehmetiyan dikşînin. Ji ger krîzê kes naxwaze berheman bigire. Em nikarin kirê bidin. Sala borî hinek din baş bû. Lê îsal em pir bi bandor bûn. Em 5 kes in. 3 neviyên min hene. Keça min tenê dixebite. Ez jî ji bo piştgiriya keça xwe dixebitim. Dema êvaran destvala diçim malê xemgîn dibim. Ez hewl didim hewcedariyên keça xwe bigirim.”   ‘Tiştek nayê firotin’   Gulsum Yildirim ya 64 salî jî bi lêv kir ku ji ber bihabûn û bacê pirsgirêkên mezin dijîn û wiha anî ziman: “4 sal in li vê bazarê me. Ez xişir difroşim. Her sal rewş hinek din xerab dibe. Sedema vê bihabûn û bac e. Mûçeyê ku gel digire çiqas e? Em evqas jî bac didin. Ez dîsa baş im. Ez mûçeyê astengdariyê digirim. Kesên mûçe nagirin hene. Gelo ew çi dikin? Ev pirsgirêk di alî ruh de bandor li me dike. Em nikarin debara xwe bikin. Em dixwazin wek mirovan bijîn.”   ‘Ji ber sermayê em zehmetiyan dikşînin’   Zubeyde Dolek jî wiha vegot: “Ji bo debarê em di hewaya sar de tezgahê vedikin. Em sibehê tên vir û heta êvarê dipên. Carnan tu tiştek nayê firotin. Havînan kar hinekî baş e. Lê zivistanê pir zehmet e. Ev rewş bandorê li me dike. Moralê me xera dibe.”   ‘Ez nikarim deynan bidim’   Fadîme Baka jî diyar kir ku ji ber berhem nayên firotin nikarin deynê xwe jî bidin û wiha dawî lê anî: “Em tezgahê vedikin û li bende muşteriyan e. Zivistanê muşterî tune ne. Em mexdûr in. Firotin tunebe em nikarin debarê jî bikin. Em nikarin deynê xwe bidin. Jiyana me bi her alî zehmet dibe.”