Dêrsim veguheriye navenda fuhuşê, rayedar bêdeng in! 2025-12-04 09:09:03   Semra Turan-Pelşîn Çetinkaya   DÊRSIM – Her çend Dêrsim piştî giliyê sûc ê ji aliyê B.T. ve, jineke ku şebekeyeke fihûşê eşkere kiriye, di nav aloziyê de ye jî, nebûna ti daxuyaniyekê ya ji aliyê rayedaran ve ya li ser vê mijarê balkêş e. Nurşat Yeşil, endama Platforma Jinan a Dêrsimê, diyar kir ku hilweşîna exlaqî bi polîtîkayên şerê taybet zêde dibe û girîngiya têkoşîna civakî destnîşan kir.   Her roj li bajarên cuda yên Kurdistanê şebekeyên fihûşê derdikevin holê. Yek ji van bajaran vê dawiyê Dêrsim bû. Li bajarê ku jin ji ber sedemên aborî neçarî fihûşê tên kirin, tora çeteyan bi rêya parvekirinên li ser hin hesabên medyaya dîjîtal hate eşkerekirin.   B.T. çeteya fuhuşê îfşa kir    B.T., yek ji jinên ku bi zorê fihuş li ser hatiye ferzkirin, di 20'ê Mijdara 2025'an de li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê gilînameyek pêşkêş kir û tora ku ew tê de ketibû eşkere kir. Di gilînameyê de, B.T. yek bi yek serpêhatiyên ku wê di nav şebekeya fihûşê de jiyaye vegot.   Doz li dijî rayedarên giştî hat vekirin   B.T. diyar kir ku Rêvebera Ciwan û Werzîşê ya Bajêr antrenor Sibel Yuksel, şêwirmendê parlamenterê CHP'ê Cemal Enginyurt, Serokê Daîreyê yê li Zanîngeha Mûnzûrê Cem Tekinoglu, esnafê paşnavê wî nizane Okan, Şafak Gur, Ozkan Aslan, Kemal Demirel, Çetin Çam di nava çeteya fuhuş li ser wê ferz kirine de cih digirin.    Baroya Dêrsimê tevli bû   Piştre B.T. bi Navenda Mafên Jinan a Baroya Dêrsimê re têkilî danî û serpêhatiyên xwe got. Wê daxwaza beşdarbûna wan di dozê de kir. Piştre Baroya Dêrsimê  tevli bû.   Li ser tiştên derketin holê B.T. kirin binê parastinê.    'Rizandina Exlaqî'   Nurşat Yeşil, endama Platforma Jinan a Dêrsimê, ku em li ser vê mijarê bi wê re axivî, bal kişand ser zêdebûna fuhûş, madeyên hişbir û çeteyan li seranserê welêt. Nurşat Yeşil, got, "Li seranserê welêt rizîbûna exlaqî heye. Ev rizîbûn ne tenê di fuhûşê de ye; ew li gelek deveran e. Derbarê Dêrsimê de, em di 10 salên dawî de bi berdewamî mijara fuhûşê tînin ziman. Û me, wekî platforma jinan, li ser mijarên cûrbecûr, bi taybetî di derbarê tacîza xwendekarên zanîngehê û şaxa zanîngehê ya vê şebekeya fuhûşê de, nêrînên xwe anîne ziman. Lêbelê, pirsgirêkek din jî hebû: van jinên ku serî li me û komeleya baroyê dan, ji ber zexta endamên çeteyan û tirsa ji malbatên xwe, newêribûn ku mijarê bibin asta qanûnî. Di vê nuqteyê de, girîng e ku jinek ciwan derkeve pêş û vê cesaretê nîşan bide."   Siyaseta Bêcezatiyê   Nurşat Yeşil, bi bîr xist ku tevî gilînameyên sûc, bûyer hatine veşartin û got, "Serlêdanên me heta niha bi şêweyê gilînameyên sûc bûn. Lê bi awayekî, ew hatine veşartin. Siyaseteke bêcezatiyê hatiye sepandin. Bûyera heyî gihîştiye qonaxa dozger û bandorên qanûnî bi dest xistiye. Divê di pêşerojê de tu siyaseta bêcezatiyê tune be. Em hêvî dikin ku ew kesên ku bi wan re hevkarî kirine û wan parastine werin cezakirin."   'Sûcdar tên parastin'   Nurşat Yeşil, diyar kir ku li gelek bajarên Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet têne sepandin û got, "Dema ku em li van bûyeran dinêrin, tiştê eşkere ew e ku her tim karmendekî cemaweriyê tê de ye. Bê guman, kesên ku van sûcan dikin ji hêla kesekî din ve têne parastin û ew vê karsaziyê wekî hevkar dimeşînin."   Banga Têkoşîna Civakî   Nurşat Yeşil diyar kir ku rêya herî baş a parastina xwe ya ji van çeteyan têkoşîneke rêxistinkirî ye ku bi gel re tê meşandin û got, "Di salên 1990'î de, me li vir tu dozên qanûnî nedîtin. Lê dema ku em îro dinêrin, em dibînin ku her roj gelek bûyerên çekdarî û şer diqewimin. Pêdivî ye ku hemû saziyên li Dêrsimê li hev bicivin, bi ciddî li ser vê mijarê nîqaş bikin û biçin cem gel. Ev ne tiştek e ku em tenê bi rêya platform û rêxistinên şoreşger ên demokratîk bikin; em ê biçin cem gel. Wekî din, malbat jî faktorek girîng in. Em tenê dikarin pêşeroja xwe ji çeteyan  bi hevkariya bi gel re, rizgar bikin."