‘Em bi serokatiya xwe bawer in’ 2025-12-04 09:02:25   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Jinan der barê Pêvajoya Civaka Demokratîk de nirxandin kirin û helwesta CHP’ê ya dijberê pêvajoyê rexne kirin û gotin: “Em vê aştiyê ji bo gelan dixwazin. Ji bo pêvajo biserkeve divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.”   Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûn de gelek pêşketin hatin jiyîn. Komîsyona Piştevaniya Neteweweyî, Xwişk-Biratî Demokrasiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û vê bi civakê re kelecan û hêviyek mezin afirand. Ligel vê CHP’ê endam neda komîsoynê û bertekên li dijî vê jî didomin. Jinan der barê pêvajoyê de, helwesta CHP’ê de ji ajansa me re nirxandin kirin.   ‘Em her tim ligel serokê xwe ne’   Nûriye Tekîn da zanîn ku divê girtiyên siyasî bên berdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Nûriye Tekîn ev tişt anî ziman: “Em dixwazin aştî pêk bê. Ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em dixwazin li ser maseyekê bê rûniştandin û pirsgirêk bê çareserkirin. Bila dayik negirîn. Bila kezeba dayikan neşewite. Em naxwazin tu dayik bigirîn. Komîsyon çû Îmraliyê lê CHP neçû. Çima neçû? Bila me nexapînin. Em her tiştî dibînin. Gelê Kurd aştiyê dixwaze. Mafên xwe dixwazin. Êdî bes e. Em her tim li gel serokê xwe ne. Bijî serokê me. Em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin.”   ‘Gelê Kurd dixwaze di nava yekitiyê de bijî’   Salîha Teklaş bi lêv kir ku ew ji pêvajoyê bi hêvî ne û wiha domand: “Gelê Kurd tevî hemû zext û zilmê aştiyê dixwaze. Em aştiyek bi rûmet û mayînde dixwazin. Em aştiyeke ku me dixapîne naxwazin. Em naxwazin zarokên kesî bimirin. Bi salane dayik êşê dikşînin. Em aştiyê dixwazin. Gundên me şewitandin. Zarokên me qetil kirin. Lê dîsa jî em aştiyê dixwazin. CHP neçû Îmraliyê. Ji bo dengan winda neke. Xuyaye ku dayikên êşê dikşînin ne xema wan e. Ez wan vexwendiyê mirovahiyê dikim. Bila dayik negirîn. Bila başî bê welat. Gelê Kurd dixwaze di nava yekitiyê de bijî.”   ‘Em aştiyê ji bo hemû gelan dixwazin’   Nufuse Ataç jî bi lêv kir ku bi banga 27’ê Sibatê re gavên girîng hatine avêtin û Abdullah Ocalan ji bo aştiyê hewldanên mezin dide.  Nufuse Ataç wiha dirêjî dayê: “Gotinên Abdullah Ocalan girîng in û divê li gorî vê gav bên avêtin. Em bi serokatiya xwe bawer in. Em bi aliyê din bawer nakin. Heta îro CHP’ê piştgirî dida pêvajoyê. Çawa pêvajoyê dest pê kir CHP’ê şûnde gav avêt. Em CHP’ê rexne dikin. Divê her kes peywira xwe bîne cih. Divê ev şer bidawî be. Em ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin.”   ‘Serokatiya me hîmê saxlem avêt’   Nufuse Ataç wiha dawî lê anî: “Hewcedariya vê erdnîgariyê bi aştiyê heye. Divê aştiyeke mayînde hebe.Tu kes nikare me bixapîne. Em Kurd ne wek berê ne. Hîmê me saxlem e. Serokatiyê hîmê me saxlem avêtiye. Vê carê serkeftin ya me ye. Berê ev pêvajo her tim xera kirin. Lê îcar nikarin bikin. Serkeftin wê ya gelê Kurd be. Em bang li hemû kesî dikin. Bila destê ji bo aştiyê li hewa nemîne. Bila her kes ji bo zarokên xwe hewl bide, bila aştî bê vî welatî. Bila serokatiya me û hemû siyasetmedar, girtiyên siyasî bên berdan.”   ‘Wê CHP poşman bibe’   Jina bi navê Întîzar Ozel jî daxuyakirin ku gelê Kurd aştî û wekheviyê dixwaze û ev tişt bi lêv kir: “Em serokatiya xwe dixwazin. Em zimanê xwe dixwazin. Gelê Kurd wek din çi dixwaze? Heta îro gelek pêşketin hatin jiyîn. Komîsyon çû Îmraliyê. CHP hinek bifikiriya wê biçûya. Dengên didin CHP’ê yên me ne. Niha jî îtîrazê pêvajoyê dikin? Kî poşman bibe em ê bibînin. Ew ê poşman bibin. Bi dengên me li wir rûdinin. Divê hemû girtî bên berdan. Em aştiyê dixwazin. Divê demildest gav bên avêtin.”