Bîranîna Ozgur Ulke: Bi eşkerekirina heqîqetê re em ê nêzî aştiyê bibin 2025-12-03 10:16:32   STENBOL - Di 31'emîn bernameya salvegera bombekirina Rijnameya Ozgur Ulkeyê de ev peyam hat parvekirin,"Vî agirî bi salan e welat kiriye qada şewatê. Temînata aştiyê heqîqet e. Heqîqet çiqas bê eşkerekirin em ê ewqas nêzî aştiyê bibin."     Rojnameya Yenî Yaşamê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG)- bi boneya sala 31’emîn a bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê, li semta Kadirgayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê ku avahiya rojnameyê li wir bû, çalakiya protestoyî û bîranîn li dar xist. Gelek rojnameger, nûnerên sendîkayan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli çalakiyê bûn.    Di bîranînê de dovîzên ji manşetên Ozgur Ulkeyê pêk dihat ên “Ev agir dê we jî bişewitîne”, “Çapemeniya azad gelê azad”, “Em ê serî netewînin” û wêneyên rojnameger Ersîn Yildiz ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû hatin hilgirtin. Her wiha pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate hilgirtin û dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate berzkirin.    ‘Misogerkirina aştiyê heqîqet e’   Ji xebatkarên berê ya rojnameyê siyasetmedar Gultan Kişanak di bîranînê de got: “Ji bo ev rûpelên tarî careke din neyên jiyîn, em mafê xwe yê nejibîrkirinê bi kar tînin. Ozgur Ulkeyê bi dirûşma ‘Dê rastî di tariyê de nemînin’ dest bi weşanê kir. Mixabin bi fermana serokwezîra demê Tansu Çîllerê hemû hejmarên rojnameyê hatin komkirin û desteserkirin. Kedkarên çapemeniyê û hemû kesên ji heqîqetê bawer, tevî zextan jî heqîqet nivîsandin. Tansu Çîllerê fermana bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê da. Di nîvşevekê de rojnameya me bombe kirin. Xwestin rojnamegerên ji heqîqetê bawer tune bikn. Lêbelê dîrokê careke din nîşan da ku yên heqîqet dinivîsandin nehatin tunekirin. Vî agirî bi aslan ev welat şewitand. Heqîqet, misogeriya aştiyê ye. Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin.”    ‘Kiryar nehatin darizandin’   Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Eren Keskînê jî got: “Ji bo rojnamegeriya çapemeniya azad me gelek mirovên xwe winda kir. Yek ji van jî Gurbetellî Ersoz bû. Tenê çapemeniya azad valakirina gundan, cînayetên kiryarnediyar dida. Teqîneke pir plankirî û organîzeyî bû. Ji wê rojê heta niha em li vir in. Yek kes nehate darizandin. Faîl nehatin aşkerakirin.”    'Ji bo heqîqt derkeve holê pêvajo girîng e'   Ji şahidên demê rojnameger Zekîne Turkerî jî got: “Dema wê demê rojnameya me hat bombekirin û 23 kes bi giranî birîndar bûn. Ersîn Yildiz jî jiyana xwe ji dest da. Aqilê dewletê yê wê demê ev kir. Di demên şer de nivîsandina rastiyan pir zehmet e. Ji bo nivîsadina rastî û heqîqetê bedelên giran hatin dayin. Ji bo heqîqet derkeve holê ev pêvajo girîng e.”    ‘Me serî netewand’   Metna daxuyaniyê, ji hêla xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Ezgî Çadirci Karabeyê ve hate xwendin. Ezgî Çardirci Karabeyê, diyar kir ku Ozgur Ulke dengê Kurdan, gelên bindest, kedkar, jinan bû û got: “Digotin qey wê rojê her tiştek qediya û dawiya Çapemeniya Azad tê. Lê xwe xapandin. Kesên li pey heqîqetê bi dirûşma ‘Rastî dê di tariyê de nemînin’ rêya xwe domand. Di sibeha wê rojê de her kes ser karê xwe bû. Bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ meşa xwe domand. Buroya me tune bû lê em bêxwedî nebûn, em bûn pir kes, em zêde bûn. Tevî hempîşe û dostên xwe yên deriyên xwe li me vekirin, yên li cem me sekinînin, mil dane milên me, me got ‘Xwedî li Ulkeya xwe derkeve’, me li ber xwe da û em li ser şopa heqîqetê meşiyan. Di vê rêyê de me gelek can dan lê me tu caran serî netewand.”    ‘Em ê dengê wan parve bikin’    Di berdewamê de Ezgî Çardirci Karabeyê anî ziman ku wan şahidiya her kêliya têkoşîna man û nemayê ya gel kiriye û hemû êrişên li dijî Çapemeniya Azad bêencam mane. Ezgî Çardirci Karabeyê, wiha domand: “Çapemeniya Azad tu caran bêdeng nema. Salên 90’î salên tarî bûn. Lîsteya hevalên me yên hatin qetilkirin roj bi roj dirêj bû, hevalên me yên çûn nûçeyê lê venegeriyayîn hebûn. Binçavkirin, îşkence, girtin, sirgun, doz, KHK’î, qeyûm û hwd. tu caran kêm nebûn. Dewletê wê demê çi ji gelê Kurd re rewa dîtibe, heman tişt bi serê Çapemeniya Azad ku deng, çav û guhê wan bû jî kir. Lêbelê Çapemeniya Azad her tim ev kevneşopiye domand. Em ji Apê Musayan, Gurbet Ellî Ersoz, ji Ersînan, Ayferan, Denîzan, Nûjiyanan, ji Nagihan, Gulistan, Hero, NAzim, Cîhan, Ezîzan hîn bûn. Em ji mamosteyê xwe Huseyîn Aykol ku bbi roja ye di nexweşxaneyê de ye hîn bûn. Di demeke jiyaneke wekhev, azad û demokratîk li vê xaka ku em şahidiya her kêliya wê ya biêş kiriye tê hûnandin jî em ê dîsa bi gelan re bin. Em ê dîsa dengê wan bi cîhanê re parve bikin.”    Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn cihê komkujî lê hatiye kirin.