Nîşaneyên krîza aborî: Mûçe kêm e, lêçûn û kirê zêde ne 2025-12-02 09:02:18   ÎZMÎR - Jinan, diyar kirin ku ji ber krîza aborî ew nekarîne amadekariyên zivistanê bikin, anîn ziman ku hêza wan a kirînê daketiye sifirê û ew nikarin bigihîjin xwirekên bingehîn. Jinan bang li hikûmetê jî kirin û gotin "Mûçe kêm e, lêçûn û kirê zêde ne. Dengê welatiyan bibihîzin!"   Di salên dawî de, enflasyona zêde, zêdebûna bihayan û kêmbûna tund a hêza kirînê li Tirkiyeyê bandorek neyînî li ser jiyanê dike. Jinên ku beşek mezin ji barê aborî yê malbatan hildigirin, neçar mane ku ji ber krîza aborî dest ji amadekariyên zivistanê jî berdin. Jinan gotin çêkirina konserve, xurekên din ên hişkkirî û salçaya firngiyan jî êdî ji ber kirîza aborî zahmet bûye û goti ku ew di navbera bazarek bê rêkûpêk, dahatên kêm û hewcedariyên zêde de asê mane.   'Em nikarin xwe bigihînîn xwareka bingehîn'   Melek Sigircioglu, destnîşan kir ku ew nekarîn ji bo zivistanê amadekariyê bikin, xurekên binehîn jî biha bûne û nikarin xwe bigihînin wan. Melek SIgircioglu got, "Ji ber vê sedemê, me ji tiştên ku em dikarin kêmtir çêkirine. salçaya firingiyan û ya bîberê... Her tişt ji berê pir bihatir e. Em nikarin bi pereyên ku em tînin bazarê tiştekî bikirin. Em tiştekî erzantir dixwazin. Em nikarin bi pereyê teqawîtê pêdiviyên xwe dabin bikin. Hûn dikarin bi 16,000-17,000 lîreyan bijîn?"   'Fêkî û sebze êdî nayên bidestxistin'   Remziye Karahan, destnîşan kir ku bihayên fêkî û sebze gelek biha ye û got, "Xwezî me bikariba xwe ji bo zivistanê amade bikira. Lê derfetên me tune ne. Neviyê min li nexweşxaneyê nexweş e. Ew û diya wî nikarin werin malê. Divê em alîkariya wan bikin. Em di warê aborî de zehmetiyan dikişînin. Berê mirov dikarîbûn xwe ji bo zivistanê amade bikin. Niha em nikarin. Jiyan pir biha ye. Em du tiştan dikirin  hezar lîre didin. Em dixwazin bi hêsanî pêdiviyên xwe dabin bikin. Jiyan bi vî rengî pir dijwar e."   'Hêza kirînê gelek kêm bûye'   Fatma Kılıçer, yek ji jinên ku nikarîbûn xwe ji bo zivistanê amade bikin e û got: "Me nikarîbû xwe ji bo zivistanê amade bikin. Her tişt pir biha ye. Me nikarîbû tiştekî têxin sarincê, heta kefal an fasûlî jî. Heta tarhana û salçaya firingiyan... Berê her tişt li cem me hebû, lê niha tune ye. Hêza kirînê ya me gelek kêm bûye. Zarokên me diçin dibistanê, hin li derveyî welêt dixwînin. Neviyên me hene. Em diçin bazarê, em li bihayan dinêrin û digirîn vedigerin. Pênc zarok û heft neviyên min hene; hêza kirînê bi tevahî nemaye. Ez nizanim dê çi bi serê me were."   'Muçe kêm e, lêçûn û kirê zêde ne'   Fatma kilıçer bi bîr xist ku berê rewş ne wisa bû û got, "Me tarhana, tirşî û salçaya firingiyan çêdikir. Me nok bi kîsan dikirîn, fasûlî  ji bo  zivistanê amade dikirin. Niha sarin vala ye... Ji ber ku biha ye, pere tune ye, kar tune ye, derfet tune ne. Muçe zêde nabe, lêçûnên lêçûn û kirê zêde ne. Ev taxeke xizan e, lê kirê 15-20 hezar lîre ne.  Dengê welatiyan bibihîzin."   'Mûçeyê ku em distînin têrê nake'   Zahide Kaymaz ku got ew di maleke kirê de dimînin, got, "Zivistan hat, lê me tiştek amade nekiriye. Me nekariye sebze hişk bikin. Em ê bi pereyên ku em distînin kirê bidin, an em ê pêdiviyên xwe bikirin? Em êdî nizanin çi bikin. Her çend ku mûçeyê herî kêm tên çend rojan têra me dike. Em di nav krîzek aborî de ne. Em ji ber her kesê ku  me rêve dinin di vê krîzê de ne. Em êdî şerm dikin ku zarokên xwe bibin bazarê. Ew tiştek dixwazin û em aciz dibin ji ber ku em nikarin bikirin. ji ber ku em nikarin ji zarokên xwe re tiştekî bikirin em heta sibe ranazên."   'Em dixwzin biha wekî xwe bimîne'   Aysun Dokundu diyar kir ku cudahîyên bihayê di navbera berheman de bi awayekî bêkontrol zêde dibin. Aysûn Dokundu anî ziman ku berê biha wekî xwe diman lê niha dikandar bi xwe wan zêde dikin û got, "Dikanên ku berê li kêleka hev bûn, niha li ser bihayê pêşbaziyê dikin. Dema ku em ji bihayê gazinan dikin, ew dibêjin, 'Heke ji te re dibe, bikire.' Çavdêrî tune ye. Berê meriv dikarîbû bi hezar lîreyan tiştek bikire, lê niha bêqîmet e. Debara jiyanê gelek zahmet bûye. Sê zarokên min hen. mûçeyê me berê nîvê mehê diqediya. Berê me dikarîbû kirê, av, ceryan û pêdiviyên din bi mûçeyê xwe bida. Niha em nikarin. Mûçeyê herî kêm 22,000 TL ye, lê em niha herî kêm ji bo kirê 15,000 TL, ji bo avê 2,000 TL û ji bo ceryanê jî 3,000 TL didin. Ew çawa hêvî difikriin ku em bi mûçeyê herî kêm bijîn? Em naxwazin biha zêde bibe. Em tenê dixwazin ku biha wekî xwe bimînin."