Bêrîvan Kûrt li Aurichê hat bibîranîn 2025-12-01 12:32:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkara têkoşîna azadiyê Bêrîvan Kûrt (Nûra Kûrt) li bajarê Aurichê hate bîranîn.   Bêrîvan Kûrt (Nûra Kûrt) ku 5'ê Kanûna 2024'an li bajarê Halle Salle yê Elmanyayê koça dawî kir, di salvegera koça dawî de li bajarê Aurich ê Elmanyayê bi merasîmekê hate bîranîn. Bi sedan kes tevlî bîranînê bûn.   Di bîranînê de Rûken Bêrîvan li ser jiyan û têkoşîna dayika xwe axivî û got, "Hevala Bêrîvan li hemberî zilmê serî rakir û têkoşiya."   Bi navê Malbatên Şehîdan Fikriye Ferho axivî û anî ziman ku Bêrîvan Kûrt mînaka dayikek wêrek û kedkar bû û diyar kir ku wê tevî du keçên xwe jiyana xwe kir gorî Kurd û Kurdistanê.   Ji Meclîsa Jinê ya Aurichê Fatma Saka jî bal kişand ser kesayetiya Bêrîvan Kûrt û destnîşan kir ku Bêrîvan Kûrt jiyaneke azad hilbijart.   Nûra Kûrt ku bi navê Bêrîvan Kûrt dihate naskirin sala 1959'an li Wêranşarê ji dayik bû û bi dehan salan di nava têkoşîna azadiyê de ked da.