Ji qadan dengê 'Jin Jiyan Azadî' bilind bû 2025-11-25 19:58:09     RIHA –Li Rihayê çarçoveya 25’ê Mijdarê de jin bi meşaleyan meşiyanû gotin: “Em ê zincîran bi piştevaniya jinan bişkînin.”    Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa jinên Ciwan a Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî), Platforma Jinan a Rihayê, Meclîsa Jinan a KESK’ê, Jinên Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê,  li ber Novada Park a li navçeya Halîliye hatin gel hev. Jin brebi Qada Topçu bi meşaleyan meşiyan. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin.   Piştî meşê Berdevka Demî ya Platforma Jinan a Rihayê Seval Gokçen Uçar daxuyanî xwend.   ‘Em ê zincîrê bi piştevaniyê bişkînin’   Seval Gokçen Uçar da zanîn ku li Rihayê hebûna jinan bi tena serê xwe pratîka berxwedanê ye û got: “Jin dibin şert û mercên giran yê jiyanê de dixbitin, têkoşîna jiyanê didin. Bi her cureyê tundiyê re tên rû hev. Tundî ne tenê fîzîkiye, aboriye, civakiye û çandiye. Em dizanin ku li her derê ku xizanî, bêcezahiştin, şer û polîtîkayên qeyûm hebe tundî jî zêde dibe. Em ê vê zincîra tundiyê bi piştevaniya jinan bişkînin.”   Dîlok   Platforma Jinan a Dîlokê çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navçeya Şehîtkamîl ji Parka Kirkayak heta Qada Balikli meş pêk anîn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Partiya Kedê (EMEP), Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli meşê bûn.   Li Qada Balikli daxuyanî hat dayîn û endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Tugba Işik axivî û da zanîn ku cînayetên jinan polîtikin û wiha vegot: “Li vî welatî dewlet ne jinan gumanbaran diparêze. Em ji vir aşkera dibêjin. Ev pergal wisa nikare bimeşe. Em em jin  li dijî vê pergala ku mêran diparêze ye.”   Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî axivî û balkişand ser qetilkirinên jinan û da zanîn ku yekane ewlehiya wan piştevaniye.   Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.