Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Hevgirtina me hêza li dij tundiyê ye 2025-11-25 14:00:22     AMED - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd têkildarî 25'ê Mijarê diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî tundiyê, di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna tevahiya herêmê û pêkanîna aşitiya mayînde ye û got:"Yekîtiya me, hêza me ya herî mezin e ku em rê li ber tundiyê bigirin û pêşeroja xwe ya azad ava bikin."   Platforma Yekîtiya Jinên Kurd têkildarî 25'ê Mijarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniya nivîskî weşand. Platforma Yekîtiya Jinên Kurd wiha got:" Hevgirtina me ya neteweyî, dê bibe hêza me ya herî mezin li dijî her cûre tundî û dagirkeriyê."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"   Îro 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî ye. Ji bo Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, ev roj ne tenê bîranîna kesên bûn hedefên Tundiya mêr-serwer e, lê di heman demê de rojek krîtîk e ku em têkoşîna li dijî sîstema zordar û hewcedariya avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurdî zêdetir bikin. Tundiya li ser jinê, li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi polîtîkayên dagirkerî, şer û cudaxwaziya dewletan re hatiye girêdan û bûye rêbazek sîstematîk a desteserkirina hebûn û xebatên me û axa me. Ji ber vê yekê, têkoşîna me ya li dijî tundiyê, di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna tevahiya herêmê û pêkanîna aşitiya mayînde ye. Em di vê roja dîrokî de, hemû jinên ku di berxwedana azadiyê de bûne cangorî û hatine qetilkirin, ji pêşengên me yên weke Sakîne Cansiz heta bi Hevrîn Xelef û bi hezaran jinên leheng, bi minnetdarî bi bîr tînin û em bi vê yekîtiyê soza pêkanîna cîhanek li ser bingeha azadiya jinê, wekhevî û dadmendiyê didin. Di vê serdemê de, tundiya li ser jinê bi awayekî hovane ji aliyê dewletên ku li ser axa me polîtîkayên şer dimeşînin, tê bicihanîn û zîhniyeta mêr-serwer a ku li Rojhilata Navîn serdest e, jinê wekî xezîneya yekemîn a şer û dagirkeriyê dibîne. Ji ber vê yekê, çareserkirina pirsgirêka jinê, bûye şertê pêşîn a aştiyê û demokratîkbûna herêmê. Weke jinên Kurd, em xwedî rolek dîrokî ne ku bi tecrûbeya xwe ya berxwedanê û sîstema xwe ya hevjiyana azad, bibin pêşenga vê demokratîkbûnê û ji ber vê yekê yekîtiya jinên Kurd ne tenê ji bo parastina destkeftiyên Kurd e, lê di heman demê de ji bo çêkirina modelek civaka demokratîk a bê tundî  li tevahiya Rojhilata Navîn jî gavek esasî digre. Em bang li hemû jinên li her çar aliyê Kurdistanê û yên dîasporayê dikin ku li dijî hemû hewldanên dabeşkirinê, îradeya xwe ya hevpar ya neteweyî xurtir bikin û bi hev re xebatên rêxistinî yên li dijî tundiya pergalkirî mezin bikin. Hevgirtina me ya neteweyî, dê bibe hêza me ya herî mezin li dijî her cûre tundî û dagirkeriyê.   Tundiya ku jinên Kurd pê re rû bi rû dimînin, rasterast bi nebûna çareseriya siyasî û tunebûna yekîtiya Kurdan ve girêdayî ye. Dema ku em nebin yek tundiya dewletên serdest li ser me hêsantir dibe. Ji ber vê yekê, pêşvebirina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bi pêşengiya jinan, ne tenê karekî siyasî ye, lê di heman demê de karekî exlaqî ye ku rê li ber qetlîamên li ser jinan digire. Weke ku Rêber Abdullah Ocalan jî destnîşan kiriye, ji bo pêkanîna civakek demokratîk û aştiyane, azadiya jinê û modela hevjiyana azad bingehek esasî ye ku ji bo çareserkirina krîzên kûr ên Rojhilata Navîn çareseriyek e. Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, vê rojê weke fersendekê dibîne ku nîşan bide ku em ê destkeftiyên xwe yên weke Sîstema Rêveberiya Xweser û Rola Pêşeng a Jinan, ji bo hemû Rojhilata Navîn bikin modelek çareseriyê, ji ber ku li Rojhilata Navîn, jinên Kurd bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" tenê ne ji bo xwe, lê ji bo hemû gelan, pêşengiya têkoşîna azadiyê û li dijî tundûtûjiyê dikin. Ev îdeolojî, bersivek e ji bo sîstema mêr-serwer ku bi şer, tundûtûjî û paşverûtiyê ve herêmê dîl girtiye. Ji bo ku em rê li ber tundiya pergalkirî bigirin û civakek demokratîk ava bikin, em bang li hemû rêxistin, partî û tevgerên jinên Kurd dikin ku yekîtiya xwe ya neteweyî xurtir bikin, destkeftiyên jinan ên bi xwîn hatine bidestxistin bi awayekî sîyasî û civakî biparêzin û li dijî polîtîkayên şer ên ku qetlîam û tecawizê weke rêbazek bi kar tînin, li qadan bi hev re tevbigerin. Em dizanin ku dema jinên Kurd bibin yek, ne tenê Kurdistan, lê tevahiya Rojhilata Navîn dê ber bi demokratîbûn û aştiyê ve gavek mezin bavêje. Yekîtiya me, hêza me ya herî mezin e ku em rê li ber tundiyê bigirin û pêşeroja xwe ya azad ava bikin."