Daxuyaniya Serokatiya Parlamentoyê: Li Îmraliyê ziyaret pêk hat 2025-11-24 20:20:06   ENQERE - Serokatiya Parlementoyê bi daxuyaniyeke fermî piştrast kir ku li Îmraliyê serdan pêk hatiye.     Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê ji giravê vegeriya.  Serokatiya Parlementoyê piştrast kir ku serdan pêk hatiye.   Daxuyaniya Serokatiya Meclîsê wiha ye:   "Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî ya ku li Meclîsê hat avakirin, ji civîna xwe ya ewil a 5’ê Tebaxa 2025’an vir ve 18 caran civiya û ji bo beşên têkildar xebatên guhdarîkirinê pêk anî.   Di civîna xwe ya 18’emîn de ku di 21’ê Mijdara 2025’an de hat lidarxistin, bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bê guhdarîkirin.   Li gorî vê biryarê, di 24’ê Mijdara 2025’an de, heyet çû Girtîgeha Bilind a Îmraliyê.   Di vî warî de, piştî Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk a di 27’ê Sibatê de, di çarçoveya daxuyaniyên ku rêxistin divê xwe fesih bike û çekên xwe deyne û her wiha pirsên li ser pêkanîna peymana 10’ê Adarê li Sûriyeyê, daxuyaniyên berfireh hatin girtin.   Di encama hevdîtinê de ji bo hevgirtina civakî, pêkhatina xwişk-biratiyê û bi awayekî pozîtîf rêveçûna pêvajoyê encameke erênî bû.   Komîsyon niha şûn ve jî ji bo armancên xwe pêkbîne wê helwesta xwe ya biryardar bidomîne.   Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”