Ji hunermendên jin yên Silêmaniyê pêşangeh 2025-11-23 19:25:50       NAVENDA NÛÇEYAN- Li Silêmaniyê bi tevlibûna gelek hunermed û hezkiriyên hûnerê, hûnermendên ji bo berhemên xwe bidin nasîn pêşangeh vekirin.   Li Bajarê Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê li Atolyeya Ceger Sanat, ji aliyê 5 hunermendên jin yên Galeriya Vala pêşangeh hat amadekirin. Di pêşangehê de ji 30’î zêdetir wêne û peyker cih digirin. Pêşangeh heta 22’ê Kanûnê wê vekirî bimîne. Armanca pêşangehê ev eku xebatên hunermendên jin bên nasîn û bê teşwîqkirin.