750 rêxistin û platform: Zimanê kurdî bi awayekî fermî bila bê nasîn 2025-11-18 13:37:44   AMED - Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî, ji bo daxwazên Gelê Kurd ên derbarê zimanê Kurdî de bi beşdariya zêdetirî 750 saziyan deklarasyoneke hevpar ji raya giştî re parve kir û got: "Zimanê kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu."   Însiyatîfa Civaki ya Ji Bo Zimanê Kurdî, di nav de 750 sazî, dezgeh, platform, înîsiyatîf, partî, kom û derdor heyî, li pêşiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), bi dirûşma “Statuya Kurdî-perwerdehiya bi Kurdî” deklarasyona “Daxwazên Kurdan ên ji bo Kurdî” aşkere kirin. Metna kurmanci ji hêla Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Dem Partiyê Heval Dilbihar, metna kirmanckî ji hêla rêvebera Enstîtûya Kurdî ya Amedê Suzan Vejan û metna tirkî jî ji hêla Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Muhîttîn Muguç ve hat xwendin.    Daxuyaniya Însiyatîfa Civaki ya Ji Bo Zimanê Kurdî wiha ye;   "Hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û di heqîqetê de xwedî heman mafan in. Zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn ê kurdan û mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê; bi awa, rê û rêbazên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, dorpêçkirin, sînordarkirin û hewldanên helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê; divê zimanê kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî, taybet û civakî yên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna wê li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.   Li ser vê bingehê; em 750 sazî, dezgeh, platform, înîsiyatîf, partî, kom û derdorên li jêr daxwaz dikin ku:   * Zimanê kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu.   * Zimanê kurdî ji zarokxaneyan/pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê.   * Navên hemû cih û tiştên ku di rastiya xwe de bi kurdî ne lê wek tirkî hatine guhertin dîsa bibin kurdî.   * Hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin, zimanê kurdî li her derê serbest û azad be.   * Ji bo azadî û serbestiya zimanê kurdî ya mayînde, nasnameya kurdan di zagona bingehîn de bê mîsogerkirin.   Li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad û aştiyane; em daxwaz ji hemû sazî û kesayetên rayedar ên Komara Dewleta Tirkiyeyê dikin ku, van daxwazên me yên herî mirovîn hem di makezagon û zagonên xwe de qebûl bikin, hem jî ji bo ku di kiryarê de bi awayekî azad pêk bê hemû pêwistiyên hiqûqî û siyasî bînin cih.   Herwiha qada gelemper jî tê de, ji bo ku zimanê kurdî li her derê û li hemû qadan bê parastin û bipêşxistin, dîsa ji bo ku di xalên me destnîşankirin de sazkirinên zagonî û makezagonî bên pêkanîn, em bang û gazî dikin ku hemû derdorên mirovîn û civakî piştgiriyê bidin, dîsa hemû pêkhate, sazî, dezgeh, partî, platform, însîyatîf û komên demokratîk û civakî, û neteweya kurd û hemû derdorên mirovahîparêz ji bo pêkanîna van daxwazan û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî li her der û qadan têkoşîna xwe ya mirovîn û demokratîk bilindtir xurtir û berfirehtir bikin, pêwîstiyên van daxwazan di serî de di nava xwe de pêk bînin; zimanê kurdî bikin zimanê hemû qadên têkoşîn, xebat û jiyana xwe."