Ji ÎHD'ê derbarê ajankirinê de daxuyanî 2025-11-11 15:19:13   WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, têkildarî wergirtina îfadeyê ya bi zext û gefan û ferzkirina sîxûrtiyê ya li ser welatiyan raporek eşkere kir û diyar kir ku di 10 mehên dawî de 9 kesan ji ber “zext, ferzkirina sîxurtiyê û gefxwarinê” serî li şaxa wan dane.     Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, têkildarî hilgirtina îfadeyê ya bi zext û gefan û ferzkirina sîxurtiyê ya li ser welatiyan raporek amade kir û li avahiya xwe ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi daxuyaniyekê aşkere kir. Daxuyanî li eywana komeleyê de hat dayîn û endamên ÎHDê tev li daxuyaniyê bûn.   Di 10 mehên dawî de 9 kesan serî li ÎHD'ê daye   Endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'ê Kemal Tîbelîk rapor xwend. Kemal Tîbelîk anî ziman ku di 10 mehên ewil ên sala 2025an de, 9 kesan ji ber “zext, ferzkirina sîxurtiyê û gefxwarinê” serî li şaxa wan dane. Kemal Tîbelîk da zanîn ku piştî ragihandina Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an, ev pêkanîn bûne polîtîkayeke zordariyê ya dewletê û got: “Bi girtekên serlêdanan û helwestên heyî yên rayedarên fermî yên bi hev re têne nirxandin, eşkere dibe ku dozên wiha ne bûyerên takekesî ne, lê rêbazên sîstematîk in. Em ji nû ve tekez dikin ku pêwîst e tavilê dawî li van pratîkan were anîn ku li dijî nirxên bingehîn ên mafên mirovan in û ji hêla qanûn û peymanên navneteweyî ve qedexe ne. Û em diyar dikin ku em ê bi israr li pey bidawîanîna van binpêkirinên mafên mirovan bin.”   ‘Divê saziyên berpirsiyar li gorî erka xwe tevbigerin’   Kemal Tîbelîk pêşniyar û encamnameya raporê jî parve kir û ev tişt got: “Serdozgeriyên Giştî, Wezareta Karên Hundir, Komîsyona Lêpirsîna Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Ombudsman, TÎHEK, Lijneyên Mafên Mirovan ên Walîtiyan divê armancên xwe yên damezrandinê yên der barê binpêkirinên mafên mirovan de bi cih bînin û bi şopandina binpêkirinên ku di raporê de hatine behs kirin, beşdarî lêpirsînek dadwerî û îdarî ya bi bandor bibin. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoyê divê ji bo çavdêriya sepandina qanûnê û nirxandina serlêdanan komîteyekê ava bike. Yekîneyên ewlehî û îstîxbaratê divê çalakiyên xwe li gorî qanûnê bidomînin û dev ji zext û gefên ji bo bidestxistina delîlan ji kesan berdin. Komîsyona Ewlehî û Îstîxbaratê ya Parlamentoyê divê ji bo lêkolîna çalakiyên neqanûnî yên ajansên îstîxbaratê komîteyekê ava bike. Komîsyona Çavdêriya Bicîhanîna Qanûnê, ku di bin Wezareta Karên Hundir de hatiye damezrandin, divê li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê bixebite û berpirsiyariya sepandina qanûnê misoger bike.”