Çalakvana Îranî Minoo Rouzeddar hat binçavkirin 2025-11-07 12:41:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên mirovan a Îranî Minoo Rouzeddar li Tahranê hate binçavkirin. Tê gotin hêzên Îranê bi ser malaa Minoo de girtine û di dema binçavkirinê de wê îşkence kirine.   Li gorî çavkaniyên herêmî, çalakvana civaka sivîl a li Tehranê Minoo Rouzeddar di serdegirtina malê ya hêzên ewlehiyê yên Îranê de hate binçavkirin. Tê gotin ku Minoo  Rouzeddar di dema binçavkirinê de rastî tundiya fîzîkî hatiye.   Minoo Rouzeddar berê di 1’ê Sibata 2025’an de li Tehranê hatibû girtin. Wê demê, ew birin Beşa 1-A ya Ajansa Îstîxbaratê ya Pasdarên Şoreşê û dû re jî veguhestin baskê jinan a Girtîgeha Evînê. Di 5ê Adara 2025’an de bi kefaletê serbest hat berdan.   Dadgeha Şoreşê di Nîsana 2025’an de cezayê 14 meh zîndan û 30 milyon tumenî da Minoo Rouzeddar. Ceza ji bo sê salan hate taloqkirin.