Li Qoserê mirina bi guman a jinekê 2025-11-04 19:15:26   MÊRDÎN – Li Qoserê jina bi navê Yuksel Çakir li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Qoser a Mêrdînê jina bi navê Yuksel Çakir, li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da. Di saetên sibehê de  xizmên wê ku agahî ji Yuksel Çakir nehat girtin agahî dan ekîbên polîs û tenduristyê.  Ekîbên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Yuksel Çakir jiyan axwe ji dest daye.   Cenazeya Yuksel Çakir rakirin morga nexweşxaneya dewletê.  Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.