Di Forûma Ewropayê de komkujiyên li Kurdistanê hatin şermezarkirin 2025-11-02 20:49:35     NAVENDA NÛÇEYAN- Li Viyanayê di Forûma Ewropayê de, krîzên li Rojhilata Navîn û berpirsiyariya Ewropayê hatin nîqaşkirin. Di daxuyaniya encamnameyê ya Forumê de, komkujiyên li Kurdistanê rû didin hatin şermezarkirin û mafê çarenûsa gelê Kurd hate teqezkirin.   Forûma Ewropayê, ku her sal li bajarên cuda yên Ewropayê tê lidarxistin, îsal cara duyem li paytexta Awusturya, Vîyanayê, pêk hat. Di navbera 28’ê Cotmehê û 2’yê Mijdarê de, di forumê de nûnerên partiyên çep, kesk û pêşverû hatin cem hev û krîzên li Rojhilata Navîn û berpirsiyariya Ewropayê gotûbêj kirin. Di forumê de komkujiyên li Kurdistanê rû didin jî hatin rojevê û bêdengiya Ewropayê hate rexnekirin.   Forûma Ewropayê wekî platformek tê zanîn ku tevgerên çep, kesk û pêşverû dikarin têkoşînên xwe parve bikin û li hemberî krîzên ku Ewropa pê re rû bi rû ye, armanc dike çareseriyên adil, aştiyane û kesk hilberîne. Di forumê de, di rûniştina bi sernavê “Rojhilata Navîn û Berpirsiyariya Ewropayê” de, pirsgirêkên herêmî yên ji Kurdistanê heta Filistînê hatin nirxandin.   Di rûniştina bi sernavê “Rojhilata Navîn û Berpirsiyariya Ewropayê” de, Nûnerê Ewropayê yê Partiya DEM’ê Eyup Doru axivî û geşedanên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand.   Di rûniştinên din ên Forumê de nûnerên ji Filistîn, Qibris, Îtalya, Îspanya, Yewnanîstan û Almanyayê axivîn.   Di daxuyaniya encamnameyê ya Forumê de, komkujî û koçberiyên bi zorê yên ku gelê Kurd di deh salên dawî de li Şengal, Kobanê, Efrîn û Cizîrê rû bi rû maye hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de ev gotin cih girtin: “Rêzgirtina li mafê çarenûsa gelê Kurd rêya yekane ye ku dikare alîkariyê bide damezrandina aşitî û refahê li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê.”