Li Rojhilatê Kurdistanê di Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin 2025-11-02 19:20:32     NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin, 2 jin jî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin binçavkirin.   Rêxistina Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê di derbarê qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistanê de zanyariyan parve kir.   Li gor daneyên rêxistinê belavkirine, di meha Cotmehê de li Rojhilatê Kurdistanê 4 jin hatine qetilkirin û 4 jinên din jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Di meha borî (cotmeh) li Rojhilatê Kurdistanê 2 jin ji aliyê hêzên Wezareta Îstihbarata Îranê ve hatin binçavkirin.   Li gor gotina Rêvebera Rêxistina Parastina Jinan a Atna, Zehra Îftixarzade, di şeş mehên despêkê yên îsal de 63 jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatine qetilkirin.