Arîn Hasret: Ji bo pêvajo pêş bikeve em gavan diavêjin 2025-10-26 13:40:09     Dîlan Babat    QENDÎL- Arîn Hasret, endama koma ku ji Gabarê vekişiya, got, "Em ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê gavan diavêjin. Ev nayê wê wateyê ku em teslîm dibin. Pêdivî ye ku qanûnek li gorî wê were nivîsandin."   Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd li Qendîlê derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyaniyek dîrokî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) li gorî biryarên Kongreya 12'an a PKK'ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi vekişînê kirine. Bîst û pênc gerîlayên HPG û YJA-Star ên vekişiyayî jî beşdarî daxuyaniyê bûn.   Piştî daxuyaniyê, endama koma ku ji Tirkiyeyê vedikişe, Arîn Hasret ji ajansa me re axivî.   Arîn Hasret, got ew jî beşek ji koma ji Gabarê hatiye bû û 25 kes bûn û got, "Em 17 mêr û 8 jin in. Gelek hevalên me ji Serhat, Garzan û Botanê hatin. Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan, me guh da banga Rêber Apo. Her çend operasyon li gelek deveran hîn jî berdewam dikin jî, hevalên me tevî wan zehmetiyan gihîştin vir. "   Arîn Hasret, destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng bû û got, "Me hêvî nedikir ku bangek wisa were kirin, lê Rêber Apo careke din cudabûna xwe nîşan da. Wî nîşan da ku rêbertî çawa tê kirin. Dibe ku gelek beşên civakê vê pêvajoyê bi awayekî cûda fam bikin û şîrove bikin, lê ew bangek bû ku kesî hêvî nedikir. Kesî hêvî nedikir ku bangek wisa be, lê gava hûn bangê fam bikin, bixwînin, li ser bifikirin û guh bidin Rêber Apo, hûn careke din dibînin ku ev bang çiqas girîng e. Em dibînin ku ew ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemî gelan hatiye kirin. Em dibînin ku daxuyaniyên Rêber Apo ji bo jiyaneke demokratîk in. Bi gavên hevbeş, ew dikarin bibînin ku çarenûsa Kurdistan û Rojhilata Navîn ne şer e. Rêber Apo di heman demê de rê li ber azadiya gelan vedike."   Arîn Hasret wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê gavan diavêjin. Ev nayê wê wateyê ku em teslîm dibin. Em poşman nînin; divê qanûnek li gorî wê were amadekirin. Bi qanûna nû ya ji bo PKK'ê, em dixwazin siyasetê bikin û ziman û mafên xwe biparêzin. Em behsa qanûnek wisa dikin ku dê nasnameyên me nas bike û biparêze."