Nasim Gulamî Sîmyarî dawî li greva birçîbûnê anî 2025-10-23 11:32:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîsta siyasî û civaka sivîl Nasim Gulamî Sîmyarî ya li Girtîgeh Evînê girtî ye, diyar kir ku piştî nameyên piştgiriyê yên ji hevalên wê, parêzvanên mafên mirovan û girtiyên berê jê re hatine dest ji greva birçîbûnê berdaye.   Di 22’yê Cotmehê de aktivîsta civaka sivîl û girtiya siyasî Nasim Gulamî Sîmyarî ya li Girtîgeha Evînê girtî ye, bi nameyek diyar kir ku bi destek û daxwaza aktivîstên civaka sivîl û hevalên xwe dest ji greva xwe ya ku 10 roj domiya berdaye.   Daxuyanî ji ser hesabê Instagramê yê Nasim Gulamî Sîmyarî hat dayîn û wiha hat gotin: “Min nameyên we yên ku bi hezkirin û hestên berpirsyariyê nivîsandibûn xwendin û we di dilê xwe de hîs kir. Her hevoka we rojên me bi hev re derbas kirine anî bîra min; rojên ku me êşê veguherandibû berxwedanê.”   Nasim Sîmyarî di berdewamiya nameyê de wiha got:   “Ji bo min û Ferîba, rojên girtîgehê ji zulma ku li ber çavên me dibe zortir nîne. Êşa girtîgehê tenê dema ku bêdadiya tê kirin û mirov tu muxatab nabîne girantir dibe. Greva birçîbûnê ji ber vê dest pê kir; ji berteka li dijî bêdengiya tiştê ku divê asayî neyê dîtin.”   Nasim Sîmyari, sedema ketina greva birçîbûnê bêdengiya li hemberî bêdadiya li ser Farîba Kamalbadî ya ji baweriya Bahaî nîşan da û wiha domand:   “Lê îro piştî ku min dengê we yê bi hezkirin bihîst, baweriya min a bi hêza we ya piştgiriyê çend qat zêde bû. Girêdana we, bersiveke li dijî zulmê ye. Ez bawer dikim ku riya gihîştina edaleta ku Farîba heq dike, di helwest, destdayîna hev û şopandina hevpar de derbas dibe.”   Nasim Sîmyarî peyama xwe wiha bi dawî kir:   “Ji derveyî jiyana xwe tiştekî ku min feda bikira tunebû; lê ez niha dizanim ku dema ez bi we re me, dengê me ji nava dîwaran derbas dibe. Ji bo rêzdariya ji we re ez dest ji greva birçîbûnê berdidim.”   Hevalên Nasim Gulamî Sîmyarî yên koxûşê, aktivîstên civaka sivîl û girtiyên berê bi nameyên ku jê re şandin jê xwestin ku dest ji greva birçîbûnê berde.   Nasim Sîmyarî, 12’yê Cotmehê ji bo ku ji nişkave berdena bi şert a girtiya xwedî baweriya Bahaî Farîba Kamalabadî hatibû betalkirin şermezar bike diyar kiribûku dest bi greva birçîbûnê kiriye. Di daxuyaniya xwe ya wê demê de wiha gotibû:   “Ez ji bo Farîba û bi hezaran girtiyên weke wê ketim greva birçîbûnê.”