MYK’a DEM Partiyê civiya 2025-10-23 11:31:57   ENQERE - MYK’a DEM Partiyê bi rojeva Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên di rojevê de civiya.         Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya.    Civîn dê du rojan bidome û gelek mijar dê bên nîqaşkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di civînê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bên nirxandin. Di heman demê de geşedanên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û xebatên komîsyona li Meclisê bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin bên nîqaşkirin. Her wiha dê Pêşniyarqanûna Budçeya Navendî ya Sala 2026’an jî were nîqaşkirin. Êrişên nîjadperest ên di demên dawî de li ser medyaya dijîtal li dijî DEM Partiyê tên kirin jî di rojeva MYK’ê de ye.    Piştî civînê dê Meclisa Jinan a DEM Partiyê di 26’ê Cotmehê de û Meclisa Partiyê (PM) a DEM Partiyê jî di 27’ê Cotmehê de bicive.