Kongra Star: Ji Abdullah Ocalan re hezar û 575 name hatin şandin 2025-10-14 14:04:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star ragihand ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hezar û 575 name ji Qamişloyê hatine şandin û got: “Rêber Apo, pêşengiya çareseriya hemû pirsgirêkan dike.”   Rêxistina Kongra Star li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê nameyên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine şandin de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Navenda Kongra Star û bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan hat dayîn.   Koordînasyona Kongra Star Rîhan Temo daxuyanî xwend û bal kişand ser nameyên jinan ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine şandin. Rîhan Temo wiha got: “Ji bo pêkanîna edalet, demokrasî, aştî û wekheviyê Kongra Star tevlî Kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re azad bijîm û Rêber Apo bibînim” bû. Ji bo vê kampanyayê li bajarê Qamişloyê çalakî hatin lidarxistin. Ji bo banga Aştî û Avakirina Civaka Demokratîk, li Qamişlo meş hatin lidarxistin. Kongra Star û jinên Herêmê pêşengiya meş û çalakiyan kir. Her wiha panêlên li ser rola Rêber Apo di Aştî û Avakirina Civaka Demokratîk de û Çareserkirina Pirsgirêkên Rojhilata Navîn de hatin lidarxistin. Manfîstoya Aştiyê hat xwendin û nêrînên gel hatin girtin.”   Rîhan Temo ragihand ku herî dawî derbarê nameyên ji aliyê jinên herêmê ve ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine nivîsandin de agahî da û got: “Jinan bi hêviya ku Rêber Apo fîzîkî bibînin, zêdetirî hezar û 575 name dan. Di nav van nameyan de hêviyên mezin ji bo ku riyên qanûnî li ber Rêber Apo werin vekirin, anîn ziman. Ji ber ku Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de, di mîsogerkirina aştiyê de û di xelaskirina ji krîzên ku em tê de derbas dibin de, îro rola xwe ya dîrokî bi awayek xurt û çalak bilîze. Li hemberî Komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo hat meşandin, ku xwestin bi riya komloyê îradeya gelan bi taybetî ya gelê Kurd bişkînin em têdikoşin. Em vê komployê şermezar dikin. Em dixwazin ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibînin.”