ROJEVA 05'Ê COTMEHA 2025'AN 2025-10-05 09:00:00     * Derhênera belgefîlma "Li Dengê Azadiyê Da" Zaînab Entezar diyar dike ku bi riya hunerê dengê jinên Afgan bi cîhanê dide bihistin û got bi têkoşîna yekbûyî ya jinan wê guherîn pêkan be. BI DÎMEN    *Aktîvîst Mahdîeh Golroo ku li girtîgeha Evînê ya Îranê maye diyar kir ku li Îranê jinbûn wek jiyana di rejîma apartheîd de ye. DÎMEN HEYE   *Seroka Komîteya Kongra Star Axîn Elî, der barê polîtîkayên hikûmeta Şamê de nirxandin kir û got: “Entegrasyona em behs dikin, ji bo parastina mafê gelan, îrade û zimanê me ye. Lê hikûmeta demkî ya Şamê tişta ji entegrasyonê fêm dike, qetilkirine. Em ê wek jin li dijî van zextan bin.” BI DÎMEN    *Endama Meclîsa Nûneriya Komeleya Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu da zanîn ku sala malbatê bi polîtîkayeke dijminê jinê hatiye avakirin û got qetilkirinên jinan bi polîtîka bêcezahiştinê tê rewakirin. DÎMEN HEYE