Li Linzê bîranîna ji bo Jîna Emînî û jinên hatin qetilkirin 2025-09-17 11:20:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Linz ê Awûstûryayê, di şexsê Jîna Emînî de ya li Tehranê hate qetilkirin, hemû jinên bûn qurbanê tundiya serweriya mêr hatin bîranîn.   Jina Kurd Jîna Emînî ku li paytexta Îran Tehranê beriya sê salan ji aliyê polîsên exlaqê ve hate qetilkirin, bi wesîleya salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' roja Sêşemê li bajarê Linz ê Awûstûryayê hate bîranîn.   Di çalakiyê de ku li Hauptplatz a Linzê pêk hat, Jîna Emînî û hemû jinên bûn qurbanê tundiya serweriya mêr hatin bîranîn.   Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir ji aliyê Navenda Civaka Kurd, Komeleya Kurdan a li Sirgûnê û Navenda Çandê ya Enternasyonal ve hate lidarxistin.   Endama Meclîsa Partiyê Keskan a Linzê Julia Mandlmayr beşdarî çalakiyê bû û girîngiya têkoşîna mafên jinan destnîşan kir.   Her wiha Renate Hitzl weke Parlamentera Eyaletê û Seroka Desteya Jinê ya SPO di axaftina xwe de girîngiya piştevanî û têkoşîna mafên jinan destnîşan kir.   Di çalakiyê de bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re careke din hate nîşandan.