Ji bo 'Mafê Hêviyê' bang kirin 2025-09-14 15:22:42       ENQERE – Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê ji bo pêkhatina Mafê Hêviyê daxuyanî dan. Endamê OHDê Dogan Şenses daxuyanî da û got: “Pêkanîna mafê heviyê bingeha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê komîte erka xwe pêk bîne.”   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê, ji bo pêkhatina Mafê Hêviyê li ber Şeredariya Çankaya ya kolana Sakaryayê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratik ên giredayî Hêzên Ked û Demokrasiyê tev li daxuyaniyê bûn. Girsê pankarta ku li ser “Bila mafê heviyê demildest pêk bê” hilgirtin. Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê Dogan Şenses daxuyaniya hevpar xwend. Beriya daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û anî ziman ku bi hezaran girtiyên siyasî li bendê ne ku mafê heviyê pêk bê û ew jî ji bo rêyedar bikevin nava hewldanê bi daxuyaniyê bang li wan dikin.   Dogan Şenses bi bîrxist ku tevî komîteya amadekar di sala 2024an de ji bo Mafê Hêviyê hişyarî dabû Tirkiyeyê jî Tirkiye di qanûnan de sererastkirinek pêk neanî û got: “Tirkiye endamê Komîteya Ewropayê ye û Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan îmze kiriye. Bi vê re Tirkiye berpirsîyar e ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan pêk bîne. Şert û mercên birêz Ocalan ne li gor mafê hêviyê û biryarên Dadgehê ne. Dîsa şert ne li gorî pêvajoya çarserkirina demokratîk û sîyasî ya Pirsgirêka Kurd e. Pêkanîna mafê hêvîyê hem mecburîyeteke mafekî mirovî yê bingehîn e, hem jî gava herî bingehîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.”   Bang li komiteye kir   Di berdewama axaftina xwe de Dogan Şensesl diyar kir ku bi hezaran girtî li benda pêkhatina Mafê Hêviyê ne û wiha bang kir: “Em bang li Komiteyê dikin ku pêkanîna biryara mafê hêvîyê bi awayeke çalak bişopîne. Her wiha bang li partîyên siyasî yên li meclisê, dezgehên dadgerîyê, Wezareta Edaletê û hemû meqamên dî yên eleqedar dikin ku: Demildest biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û pêşnîyazên Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî pêk bînin.Her wiha em bang li gelê xwe, raya giştî ya demokratîk û hemû sazîyên sivîl dikin berpirsîyarî û hestîyarîyê bidin ku mafê hêvîyê bikeve nava jîyanê û civakê.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.