KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide 2025-09-08 15:33:37   NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê, bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku di dosyaya xwe ya “Mafê hêviyê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryara xwe bide.    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û nûnerên wê, ji dawiya meha Tebaxê heta niha bi sedan name ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û nûnerên daîmî yên dewletên endam re şand û diyar kir ku Komîteya Wezîran divê êdî di dosyaya “mafê hêviyê” de biryarekê bide. Gelek sendîka û partiyan piştgirî dan hewldanên KNK’ê.   Sendîka û partiyan destnîşankirin ku li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke binpêkirina Xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) pênase dike, ji dewleta Tirk xwestin ku sererastkirinên qanûnî bike.    KNK û rêxistinên ku piştgirî didin, bang li Komîteya Wezîran kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne û zextê li hikûmeta Tirk bike ku biryara DMME’yê pêk bînin. KNK’ê destnîşan kir ku biryar wê yekser bandorê li pêvajoya veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê bike. KNK’ê diyar kir ku hikûmeta Tirk sala borî bi “Plana Çalakiyê” ya pêşkêşkirî ragihand ku ew ê ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên ku cezayê muebbeda girankirî lê hatine birîn “mafê hêviyê” nas nekin. KNK’ê destnîşan kir ku ev yek di aliyê neyînî de bandorê li pêvajoyê dike.    KNK’ê bal kişand ser gavên ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin şert û mercên giran de ji bo aştiyê avêtine. Di nameyê de hate destnîşankirin ku PKK’ê bi dawîanîna têkoşîna xwe ya çekdarî re gaveke dîrokî avêt, Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muxatabê sereke ye. KNK’ê, diyar kir ku muxatabê sereke yê pêşketina aştiyê û li qada navneteweyî nûnerê naskirî yê gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bang li Komîteya Wezîran a KE’yê hate kirin ku ji bo pêvajo bi aştiyê encam bibe, bi rola xwe rabe.