ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2025'AN 2025-08-23 09:00:00     * Di seranserê dîrokê de, jinên Kurd hem hilgirên azadiya gelê xwe û hem jî ya xwe bûne. Di çîroka berxwedanê de ku ji salên 1920'an heta îro jinan qadên nû yên têkoşînê afirandine. DOSYA   *Bêrîvanên ku ji Êlihê hatine Gimgimê, jiyana xwe ya bêrîvaniyê ku ew  hem xweş û hem jî zahmet bi nav dikin, vedibêjin. Bêrîvan tekez dikin ku dema ew li zozanan derbas dikin ji dema ku  li bajêr derbas dikin hêjatir e û dibêjin, "Ev der hem mala me ye û hem jî karê me ye." DÎMEN HEYE   *Nivîskar û helbestkara Kurd Hanim Yildirım diyar kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet divê berî her tiştî wekhevî pêk were û got, "Wekhevî bi zimanê dayikê dest pê dike. Ziman jiyan e. Qedexekirina zimanekî qedexekirina jiyanê ye. Yên ku îdîa dikin ku ala aştiyê hildigirin, ji aliyekî ve jî aliyê ve jî zilm û zordariya xwe didomînin." DÎMEN HEYE   *Remziye Alparslan li ser rewşa zimanê dayikê di çarçoveya pêvajoyê de got, "Daxwaza me ew e ku em bi komîsyona parlementoyê re nîqaş bikin û daxwazên xwe yên ji bo zimanê Kurdî bînin ziman. Ev pirsgirêkek bingehîn e ku divê niha çareser bibe." DÎMEN HEYE   * Dayika Aştiyê Havva Kıran bertek nîşanî wê yekê da ku destûr nehat dayîn ew li Parlamentoyê bi Kurdî biaxivin û got, "Ger hûn dibêjin aştî wê were, gavên ber bi wê ve bavêjin." Havva Kiran bal kişand ser qedexeya li ser zimanên dayikê, girtîgehan, wêrankirina xwezayê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan û tekez kir ku aştî bi ziman, edalet û baweriya hevbeş mimkun e.