ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2025'AN 2025-08-19 09:00:00     * Bi nêzîkbûna Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter re, xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Ezgî Çadircî bang li hemû rojnamevanan kir ku serlêdan bikin û got: "Rojnamevanên ku îro ne tenê bi pênûsa di dest de derdikevin qadê û pîşeyê xwe dikin, ew di heman demê de rastiyê diparêzin." BI DÎMEN    *Rabîa Ataş, dayika girtiyê nexweş Şîvekar Ataş e û got ku di demên dawî de zext û şîdeta li girtîgehan zêde bûye û berdana girtiyan tê astengkirin.  BI DÎMEN    *Hevseroka DEM Partiyê ya Îdirê Alya Akkuş tekez kir ku divê komîsyona ku li hatiye avakirin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan re hevdîtin bike û got, "Divê hemû endamên komîsyonê de li hev bikin û divê tavilê hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re were kirin. Divê her tişt di bin qanûnê de bê misogerkirin." BI DÎMEN    *Hevseroka DBP’ê ya Parêzgeha Wanê Gonul Uzunay li ser êrîşên li ser deverên gerîla yên tevî pêvajoyê nirxandin kir  û got, "Divê hikûmet û dewlet bi rawestandina van êrîşan samîmiyeta xwe nîşan bidin. Ev polîtîka dê ne ji bo AKP’ê û ne jî ji bo dewletê ne ereni bin." BI DÎMEN    *Jinên beşdarî şahiya ciwanan bûn gotin: "Bila ew ji bo ciwanan cîh biafirînin û xwedî li pêvajoyê derkevin. Rê û rêbaza hebûnê di banga civakeke demokratîk de ye." BI DÎMEN    * Aktîvîsta TJA’yê Ayşegul Ayaz, got, "Wekî jinên ku di nav têkilî an a pêkhateyên zayendparêz de ji dayik bûne, em ji xwe bêxeber bûn, ji dîroka xwe bêxeber bûn, bi berdewamî dihatin marjînalîzekirin, paşguhkirin, biçûkxistin û tundûtûjî li me dihat kin. Her çend em heta radeyekê van  parve dikin jî, me niha dest pê kiriye ku xwe ne wekî bindestên mêran, lê wekî damezrînerên jiyanê pênase bikin." DOSYA- BI DÎMEN