Ji Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur daxuyanî 2025-08-17 13:39:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Muhammedî de daxuyaniyek weşand û bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û çapemeniyê kir ku dengê Şerîfe Muhammedî û jinên din ên girtî bilind bikin û daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê bikin.   Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur derbarê Şerîfe Muhammedî de ku cezayê wê yê darvekirinê li Îranê lê hatiye birîn hat erkêkirin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma Îranê sal bi sal li dijî gelê Kurd, bi taybetî jinan, polîtîkayên tund  dimeşîne.   Daxuyanî wiha ye:    "Rejîma Îranê bi salane li dijî gelê Kurd û bi taybetî  li ser jinan polîtîkayên tund û zordar dimeşîne. Ev rejîm bi binçavkirin, îşkence û cezayên giran ên wekî darvekirinê hewl dide dengê azadiyê yê çar alîyê gelê Kurdistanê bitepisîne. Herî dawî, piştî qetilkirina Jina Amînî  di sala 2022’an de, çalakiyên berxwedêrî yên jinan dest pê kirin û gelek ji wan hatin girtin. Di nav wan de navê Şerîfe Mihemed, yek ji sembolên têkoşîna azadiyê, derdikeve pêş. Şerîfe Mihemed, çalakvaneke mafparêz e û  di sala 2023’an de bi hinceta beşdariya wê ya di çalakiyên piştî qetilkirina Jina Amînî de hate binçavkirin. Ji wê demê ve ew di girtîgeha Lakanê de tê ragirtin û di sala 2024’an de bi biryara Dadgeha Şoreşê ya Îranê cezayê darvekirinê li ser wê hate birîn. Her çend ev biryar di Cotmeha 2024’an de demekê hate betal kirin jî, di van rojan de careke din hate pejirandin. Ev jî  nîşan dide ku rejîm bi tundî hewl dide dengê wê û têkoşîna wê tine bike.   Mînaka berxwedana jinên kurd    Şerîfe Mihemed, ku niha bi tehdîda darvekirinê re rû bi rû ye, bûye mînakek eşkere ya berxwedana jinên Kurd û têkoşîna wan a li dijî zordariyê. Em vê biryara bêqanûn bi tundî şermezar dikin  û daxwaz dikin ku bi lez û bez cezayê darvekirinê yê li ser Şerîfe Mihemed bê betal kirin, ew demildest bê berdan û ewlehiya wê bê garantîkirin.   Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bikin   Şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, ku bi têkoşîn û fedakariya jinan dest pê kir, îro li qadan bi awayekî bêrawestan berdewam e. Ev şoreş dengê azadiyê ye ku ji aliyê têkoşerên  Rojheleta Kurdistanê û Îranê ve bilind dibe. Em wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd yên Bakur  piştgiriya tevahî jinên di bin zextê de ne dikin û bi taybetî bang li civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û çapemeniyê dikin ku dengê Şerîfe Mihemed û hemû jinên bindest bilind bikin. Em daxwaz dikin ku zexteke navneteweyî li ser rejîma Îranê were kirin da ku biryara darvekirina Şerîfe Mihemed bê betal kirin û hemû pratîkên zordar li dijî jinan werin rawestandin. Em ê bi israr û yekdengî têkoşîna xwe ji bo azadiya jinan berdewam bikin û heta bidestxistina mafên rewa ên Şerîfe Mihemed û hevalên wê ne rawestin."