ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2025'AN 2025-08-17 09:00:00     * Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Songul Guler, bal kişand ser berxwedana dîrokî ya bi salan ji hêla Mexmûrê ve hatî dayîn û got: "Em, li dijî êrişan ji aliyê xwe yê zanistî, rêxistinî û baweriyê hîn xûrtir dikin. Em xwedî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derdikevin. Çawa ku me nava van 30 salan de dîrokek nivîsand, çûyîn jî hebe mayîn jî hebe dê di asta herî rûmet de be." DOSYA - BI DÎMEN    *Rojnameger Rahîme Karvar da zanîn ku tevî ku tevlibûna runiştina duyemîn ne ferz bûye, ji kelepçeya elektronîk re hincet hatiye avakirin û got: “Biryara hatiye dayîn biryara kêfiye. Divê rêxistinên çapemeniyê li dijî van zext û êrişan di piştevaniyê de bin.” BI DÎMEN    *Hevseroka DBP’a Agiriyê Şîlan Tugra balkişand ser polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ya li hember Gelê Kurd û got: "Ji bo pêvajoya aştiyê divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin." BI DÎMEN    * Dayikên Aştiyê der barê pêvajoyê de axivîn û gotin: "Abdullah Ocalan, PKK û Gelê Kurd gavên girîng avêtine  û divê dewlet jî bersivê bide van gavên ku hatine avêtin." BI DÎMEN    *Aktîvîsta TJA’yê Sureyya Aydin der barê rola jinan a di pêvajoya avakirina "Aştî û civaka demokratîk" de axivî û got: “Divê vê pêvajoyê de bi taybet jin rola xwe bilîzin. Divê jin li her derê pêvajoyê vebêjin. Ji ber ku wê pêvajo bi têkoşîna jinan pêş bikeve. Wê bi keda jinan mezin bibe. Felsefeya Abdullah Ocalan di vir de rê nîşan dide.” BI DÎMEN    * Ji ber hincetên ku zîhniya zayendperest hewl dide di civakê de rewa bike, her roj jin tên qetilkirin. Jinan der barê van pirsgirikan de axivîn û diyar kirin ku tundî û qetilkirina jinan bûye wek çand û gumanbar zîhniyeta serdest ya mêr in. BI DÎMEN    *Welatiyên li naveçyên Karaz û Hênê diyar kirin ku dereng mudaxele li şeatê hatiye kirin û gotin ku şewat li aliyê qerekolê derketiye. DÎMEN HEYE