Hem sporê dikin û hem jî avjeniyê 2025-08-11 11:23:17     AMED - Şaredariya Peyasê ya Amedê, bi projeyeke ji bo jinên ku derfeta sporê nabînin hatiye destpêkirin, bal dikişîne. Jinên ku beşdarî sporên sibehê dibin, di qonaxa din a projeyê de, di çalakiyên birka avjeniyê de tên ba hev.   Şaredariya Peyasê ya Amedê, bi projeyeke ji bo jinên ku derfeta sporê nabînin hatiye destpêkirin, eleqeyeke mezin dibîne. Ev proje bi hevkariya Gerînendetiya Karên Ciwanan û Sporê û Klûba Oz Kayapinar Sporê ve tê meşandin. Jinên ku beşdarî sporên sibehê bûne, niha di çalakiyên birka avjeniyê de jî tên ba hev.   Sporên sibehê yên belaş ku ji aliyê şaredariyê ve têne organîzekirin, heftê pênc roj, di navbera saet 06:30 û 08:30’an de, bi rêberiya pisporan têne kirin. Ev çalakî li seranserê navçeyê, li cihên cuda yên weke Parka Rojava, Parka 75'an, Parka Sporê, Parka Ormanê û Meydana Bajêr, têne lidarxistin û gelek jin beşdar dibin.   Gerînendetiya Karên Ciwanan û Sporê diyar kir ku armanca vê projeyê ew e ku jin hem ji aliyê fizîkî hem jî ji aliyê civakî ve xurt bibin. Çalakiyên sporê yên di saetên zû yên sibehê de, alîkariyê didin beşdaran ku bi çalakî û tenduristî dest bi rojê bikin û şêwazeke jiyana saxlem pêş bixin.   Jinên ku beşdarî sporên sibehê bûne, di qonaxa din a projeyê de, di çalakiyên birka avjeniyê de tên ba hev. Ev organîzasyon careke din bandora erênî ya sporê li ser civakîbûnê nîşan dide. Hate ragihandin ku proje ji hemû jinan re vekirî ye û beşdarbûn bi temamî belaş e.   Şaredariya Peyasê, bi van çalakiyan armanc dike ku kalîteya jiyana niştecihên navçeyê bilind bike û wan bi rêya sporê bîne ba hev.