‘Em ê daxwaz bikin ku komîsyon bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike’ 2025-08-07 09:07:51   Melek Avci   ENQERE - Endama komîsyonê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê xebatên komîsyonê ku wê heta meha kanûnê bidomin de axivî û got: “Ji aliyê komîsyonê ve raste rast ji  Abdullah Ocalan guhdarkirina fikr û nêrînên wî wê piştgiriyek cidî bide xebatan. Em ê jî vê di nava pêvajoyê de daxwaz bikin.”   Yekemîn civîna “Komîsyona Piştevaniya Millî, Xuşk û Biratî û Demokrasiyê"  ya li meclîsê hat avakirin di 5’ê tebaxê de civîna yekemîn pêk anî. Piştî axaftinên endamên partiyên siyasî, di runiştina duyemîn de esas û usul hatin diyarkirin. Serokê Meclîsê Numal Kurtulmuş der barê usul û esanan de peşnûmeyek ji 12 xalî pêk tê pêşkêş kir. Bi qebûlkirina vê pêşnûmeyê re civîna ewil bi dawî bû.   Civîna duyemîn jî wê roja înê pêk bê.Her wiha wê roja îne sê navên nû ji bo li cihê ÎYÎ Partî   bixebitin ji DEM Partî, CHP û AKP’ê diyar bibin.   Endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê xebatên komîsyonê û civîna roja înê de axivî.   ‘Komîsyon hat avakirin û di alî me de gelek girîne’   Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê civîna ewil de axivî û  got komîsyon bi awayekî fermî hatiye avakirin û got ev gelek girînge. Gulîsan Kiliç Koçyîgît wiha got: “Birêz Ocalan ji hevdîtina ewil heta niha got divê v mijar li meclîsê bê meşandin û navnîşan meclîse. Me wek DEM Partiyê jî  got divê meclîs di vê pêvajoyê de cih bigire û rola xwe bilîze.Me bang li serokê meclîsÊ kir ku berpirsyariyek wisa bigire. Komîsyon hat ava kirin û ev di alî me de girînge.Di alî pisgirêka Kurde em ketin qonaxek nû. Civîna ewil hat kirin. Bi axaftina serokê meclîsê dest pê kir.  Bernamey xebatên bi nivîskî hat pêşkêş kirin û hemû partiyên siyasî nêrînên xwe îfade kirin. Sererastkirin hebûn. Ev sererastkirin ji 12 xalan pêk dihat. Bi yek dengî hat qebûlkirin.”   ‘Komîsyon ji bo çareseriya demorkatîk a pirsgirêka Kurd hat avakirin’   Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser civîna ku wê roja înê pêk bê û wiha domand: “Komîsyona meclîsê di pêvajoyê de gavek bû. Ev komîsyon ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hat avakirin. Beşek girîng a vê pêvajoyê burokrasiya ewlehiyê dimeşîne. Ji MÎT’ê bigirin heta Parastina Netewî û Wezareta Karê Hundir. Me berê jî gotibû der barê komîsyonê de agahdarkirinên wan wê girîng bin. Di vî alî de roja înê wê civîna me pêk bê.  Civîna roja înê wê gelek girînge.”   ‘Wê hinek tişt neyên parvekirin'   Gulîstan Kiliç Koçyîgît di mijara ku wê civîn ji çapemeniyê re girtî bên lidarxistin de jî axivî û ev tişt anî ziman: “Bêguman burokrasiya elwehiyê li gorî xwe kar û barê wan hene. Mînak me bi serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin re hevdîtinek kir. Lê me naveroka wê negot.  ji ber ku divbe hinek tişt neyên parvekirin. Ev gelek normale û tê fêmkirin. Ev li her welatî wisa ye. Di hemû pêvajoyên çareseriyê de hemû agahî ji sedî sed ji rayagiştî re nayên vegotin û wisa nameşe. Aliyê vê yê mahremiyet, veşartinê heye. Ji ber vê jî ev veşartin divê wisa bê dest girtin. Bêguman em fikra me ne eve ku hemû veşartî bin. Wê civînên din ji rayagiştî re vekirî bimeşin.”   ‘Wê zemînek cidî bê avakirin’   Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê bandora biryên komîsyonê de jî ev nirxandin kir: “Komîsyon girêdayê serokatiya meclîsê hatiye avakirin û komîsyonek defakto ye. Ji ber vê jî wê  wê li gorî pêşniyaran biryarê bigirin. Ev her yek wê bibin pêşnûme û ji komîsyonên têkildar re bên şandin. Di alî diyarkirina hewcedariyên pêvajoyê de wê girîngiyek taybet ya komîsyonê hebe. Hewcedariyên çareseriya demokratîk çine, qadên pirsgirêkê çine, tenê berdana çekan şewitandina wan nîne. Li gorî vê pirsgirêkên din jî tên dest girtin .Di alî çareseriya demokratîk de wê zemînek cidî bê avakirin.”   Gulîstan Kiliç Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di xala 12’emîn a pêşnûmeyê de, ger hewce bê dîtin dikare pêşiya komên din yên xebatê bê vekirin û di vî alî de wê bi komîsyonên binî re komîsyon xebatên xwe bimeşîne. Gulîsan Kiliç Koçyîgît wiha dirêjî dayê: “Ji aliyê komîsyonê ve raste rast ji  Abdullah Ocalan guhdarkirina fikr û nêrînan, wê piştgiriyek cidî bide xebatan. Em ê jî vê di nava pêvajoyê de daxwaz bikin.”