Atolyeya jinan hat lidarxistin 2025-08-01 16:16:09   AMED - Atolyeyên Zayendî yên Civakî ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ve têne bi rêvebirin, bi coş û kelecaneke mezin berdewam dikin. Di atolyeya vê heftê de, mijara "Rola Zayenda Civakî û Paradîgmaya Azadiya Jinan" bi kûrahî hate nîqaşkirin.   Di atolyeyê de, rolên kevneşopî yên jinan di civakê de û koka dîrokî û çandî ya van rolan bi hûrgulî hatin nirxandin. Beşdaran li ser keda jinan a ku nayê dîtin, têkoşîna wan a ji bo hebûna di qada giştî de û newekheviya ku ji zayendiya civakî têne, nîqaşên kûr kirin. Yek ji xalên girîng ên ku hate destnîşankirin ev bû ku ne tenê rewşa jinan di nav malbatê de, lê herwiha rolên wan di warên aborî, siyasî û civakî de jî divê bêne pirsîn hate nîqaşkirin.   Têgihîştina jinan di pêvajoyên guherîna civakî de ku divê bibin aktorên çalak, yek ji mijarên sereke yên atolyeyê bû. Hate gotin ku têgihîştina qaonaxa azadiyê bi tecrube, hest û hewcedariyên jinan yên di navenda civaka azad de digire nava xwe, ne tenê ji bo guherîna takekesî, lê ji bo guherîna civakî jî diyarker e.   Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê bi van atolyeyan armanc dike ku hişmendiya jinan li ser mijarên civakî zêde bike û piştgiriyê bide têkoşîna wekheviya zayendî.