12'ê Temmuz 1870'yî: Aktîvîst Constance Elîzabeth hat dinê 2025-07-12 09:50:48   Kemanvan, çalakvan û mafparêza mafên jinan a Brîtanî Constance Elîzabeth Bryer di 12'ê Tîrmeha 1870'yan de ji dayik bû.   Constance Elizabeth Bryer tevlî Yekîtiya Civakî û Siyasî ya Jinan (WSPU) û Lîga Dêrê ya Mafê Dengdana Jinan (CLWS) bû, kariyera xwe ya muzîkê ji bo kampanyayê berda. Di Gulana 1912'an de, ji ber şikandina pencereyên li Kolana Regent a Londonê cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ew çar meh li Girtîgeha Birminghamê ya HM ma. beşdarî greva birçîbûnê bû.   Hin ji pêşketinên ku îro di dîrokê de qewimîn ev in:   1919: Li girava Jersey ya Deryaya Bakur, jinên zewicî yên ku mêrên wan bacgir bûn û jinên ji 30 salî mezintir ku salane 10 £ an jî zêdetir kirê didan, mafê dengdanê wergirtin.   1974: Seroka Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) Behice Boran, ji Girtîgeha Sakarya hate berdan.   1979: Olive Elaine Morris, femînîst û çalakvanek Brîtanî ya salên 1970-an a ku li Jamaîkayê ji dayik bûye, di 27 saliya xwe de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê koça dawî kir.    1984: Geraldine Anne Ferraro bû yekemîn namzeta jin a Emerîqayê. Geraldine Anne Ferraro ji xeynî siyasetmedariyê rojnameger, nivîskar û karker bû. Her wiha ji Partiya Demokratîk jî wekî namzet hat nîşandan.    1999: Li Fransayê ji bo wekheviya fersendê ya di navbera mêr û jinan de zagona hejmara 99-585'an a ji bo delegesyano parlemantoyê hat weşandin.    2006: Li Stenbolê ji aliyê Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) ve du rojî Konferansa Têkoşîna li dijî Fûhûşê hat lidarxistin.    2017: Jinên ereb di bin banê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD), de 'Tabûra Jinên Ereb a Şehîd Amara' îlan kirin. Ji bo beşdariya QSD'ê zêde bibe tabûra xweser hat avakirin.    2018: Polîsan bi ser ajansa jinê JINNWES'ê ku li Tirkiyeyê ajansa tenê ya jinê ye girtin.    2019: Platfroma Jinên Kurd a Yekgirtî banga diyalogê kir û got,"Em bang dikin ku aktorên polîtîk ên kurd deng bidin me." Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em ji polîtikayên tundiyê yên ku tên xwestin di navbera kurdan de biqewime dibêjin 'NA'. Ji bo kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest bixin divê diyalog û polîtîkayên aştiyane bên kirin."