ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-10 09:00:00   *Sara Gurdal da zanîn ku ew dipên ku dewlet li dijî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin gavên şênber bavêje û wiha got: “Em diwazin pêvajo bi gavên şênber bidome. Em bi serokatiya xwe bawerin. Gotinên serokatiya me ser serê me ser çavên me.” BI DÎMEN    * Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku bi salan e têkoşîna aştiyê gav bi gav hûnandin, tevî hemû êrîş, tundî, zext û komkujiyan di têkoşîna aştiyê de israr kirin. DÎMEN HEYE    * Nûrten Akman ku salên 1990’î de ku şahidiya zextên dewletê kir û gundê wan hat şewitandin got: “Me got belkî em mala xwe xilas bikin. Lê dema em çûn gund ne xanî mabûn ne titşekî din. Her titşek şewitî bû."  DÎMEN HEYE    *Jinên sibehê zû diçin nava erdên titunê diyar dikin ku 9 saetan li nava erd dixebitin û dawiya rojê jî 800 TL digirin. Jinan gotin ev pere jî têrî tu hewcedariyeke wan nake. DÎMEN HEYE   *Rojnameger Kurdistan Lezgiyeva ya bal bir ser girîngiya yekîtiya neteweyî got hatina gel hev a jinan hîmên yekîtiya neteweyî jî danî. Kurdistan Lezgiyeva ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk jî wiha got:" Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' deng veda û moralek da mirovan. Jin dixwazin bibin perçeyekî vê pêvajoyê."DÎMEN HEYE   *Parêzer Kubra Kuyun da zanîn ku li gorî Pakêta Dadwerî ya 10'emîn, divê girtiya nexweş Hazine Alçi sewqî ATK'ê bihata kirin û got: "Divê ATK raporekê derxîne ku Hazine Alçi nikare di girtîgehê de bimîne. Bi rastî, ev yek dê derfetek jiyanê biafirîne ku dê mafê gihîştina lênihêrîna tenduristiyê ya ku niha jê bêpar e bide wê."