Girtiyên li Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin 2025-07-07 18:44:04   NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyand ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtina malbatê pêk hat.   Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku girtiyên li Îmraliyê tên girtin bi malbatên xwe re hevdîtin kirin; Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlum Dînç re hevdîtin pêk anî.   Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê ev agahî da: "Birêz Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê girtî ye, bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlûm Dînç re, birêz Hamilî Yildirim, birêz Veysî Aktaş, birêz Ergîn Atabey, birêz Zekî Bayhan û birêz Mahmut Yamalak îro (07.07.2025) bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn."