Li Artemêtê agir derket 2025-07-06 18:51:49       WAN – Li navçeya Artemêt a Wanê, li qada vala ya li pişt Cihê Otomobîlan Galerî ji ber sedemek nediyar agir derket.   Li navçeya Artemêt a Wanê, li qada vala ya pişt Oto Galeri agir derket. Hat hînbûn ku agir ji ber sedemek nediyar derketiye û tîm ji bo mudaxelekirina agir di rê de ne.   Ji aliyê din ve, îro danê sibê li paşiya Cihê vala yê Oto Galeri ya li navçeya Tûşbayê ji ber sedemek nediyar agir derketiye. Hate diyarkirin ku agirê ku di demek kurt de bi lez mezin bû, hatiye kontrolkirin.