Ligel gund hat şewitandin jî dev ji zozanên xwe berneda 2025-06-26 09:10:20   Rojda Aydin-Dîlan Babat   ŞIRNEX - Koçer Bor ku ji aliyê dewletê ve bi hinceta “Ewlehiyê" neçar ma koçî Wanê bike, diyar kir ku ew di demên berê de tevî hemû zehmetiyan di nav aramiyê de jiyana xwe didomandin û got ku divê Gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike.   Salên 1990’î ji bo Kurdan wekî serdemeke trawmatîk tê bi dest girtin. Bi hezaran gund bi awayekî sîstematîk hatin valakirin, hatin şewitandin û bi gef û îşkenceyê re rûbirû man. Welatî di şevekê de ji malên xwe hatin derxistin. Nifşek gundê ku lê mezin bûn terikand û careke din ew der nedît.    Gund ne tenê yekîneyeke niştecihbûnê ne, ew taybetmendiyên çand, ziman, kevneşopî û bîranînê jî hildigirin. Dema gundek dihat şewitandin, ne tenê wêrankirina fizîkî pêk dihat, lê di heman demê de zirara li nasnameyeke kolektîf jî dihat kirin. Bi sed hezaran kes neçar man ku koçî Kurdistanê an jî bajarên metropolan bikin. Ji ber koçberiya bi darê zorê, hêdî hêdî jiyana li wan deran têk diçû.    Yek ji wan kesên ku li zozanên Feraşînê ya navçeya Elkê ya Şirnexê, xanîyên wan hebûn û neçar man koçî Wanê bikin Koçer Bor e.     Koçberiya ber bi Wanê   Koçer Bor, diyar kir ku ew ji Wanê hatine û got ku zarok û malbata wê li Wanê ne. Koçer Bor, destnîşan kir ku ew eslê xwe ji Feraşînê ne û di salên 90’î de gundê wan hatiye valakirin û wêrankirin ew neçar mane bi malbata xwe ve koçberê Wanê bike. Koçber Bor, da zanîn ku piştî desthilatdariyê malê wan û alavên wan hemû şewitandin hemû gundî koçberê bajarên cuda kirine û wiha got: “Me dixwest em mala xwe terk bikin! Lê ji neçariyê em çûn. Me nedixwest em dev ji zozanên xwe berdin. Ji ber vê yekê em her sal tên li ser axa xwe. Axa me ji hemû cihên din xweştir e. Dema ku em tên gundê xwe bêrîvaniyê dikin. Me konên xwe danî, serê sibehê û ber bi êvarê em pezên xwe didoşin. Piştre em carekedin din diçin cihê konên xwe û karên xwe yên rojane pêk tînin.”   ‘Navbera me de yekîtî tuneye’   Koçer Bor, destnîşan kir ku heta dawiya demsala biharê ew li zozanan dimînin û wiha pê de çû: “Rêyên me gelek xirabe ne. Heta ku em tên gelek pirsgirêka dijîn. Em dixwazin rêyên me bên çêkirin. Bila welatî rehetî bên û biçin. Hikûmet dema mesele rêyên kesên dinê be zû bi zû çêdike, lê belê rêyên me çênakin. Dema ku em tên zozanan penêr û mast çêdikin. Her wiha em diçin li çiyan giha kom dikin. Çi kar hebe em dikin. Karê me zehmete, lê ji ber ku em li ser axa xwe ne gelek kêfxweş in. Em ji bo xwe penêr çêdikin. Dema ku zêde be em difroşin. Demên berê axayên gund hebûn ew çi bigotina ew dibû. Lê belê niha navbera me de yekîtî tuneye. Ger ku em yek bûna dê Erdogan ev qas zilmê nekaribûya li me bikira.”   ‘Berê aramî hebû’   Koçer Bor, bal kişand ser zehmetiyên keda bêrîvaniyê û got hemberê keda xwe nagirin. Koçer Bor, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku em penêrê çêdikin difroşin hemberê keda xwe nagirin. Li Wanê kiloya penêr ji 300 TL’yê dest pê dike û bihayê wan her gav digûhere. Ji ber vê yekê berhemên ku em difroşin û keda ku em didin hemberê nabîne. Em kurd in. Tişta ku em dixwazin ew mafê me ye. Em tiştekê dinê naxwazin. Berê jiyana me xweştir bû, aramî hebû. Keda me hemûyan yek bû. Lê niha ne wisa ye. Êdî tu kesek baweriya xwe bi hevdû nayne.”