Navê jiyana komunal û ekolojîk a jinan: Jinwar 2025-06-17 09:06:49   Bêrîtan Zinar    DIRBÊSIYÊ - Li Jinwarê jin sînorên ji jinan re hatiye danîn hildiweşînin, bi jiyana xwe ya kolektîf bi keda destê xwe jiyanê ji nû ve ava dikin. Jinên Kurd, Ereb, her çiqas ziman û çandên wan cuda be jî dibin mînakek netewa demokratîk.    Jin li ku bin, jiyanê xweş dikin. Bi dilê xwe yê ku ji hezkirinê re vekirî ye, digihên hevdû û dojehê vediguherînin bihûştê. Tevî hemû êrîş, gef û rûxandinên feraseta mêr a serdest jî, warên nû yên azad ji bo jiyanê ava dikin. Yek ji van waran jî, Gundê Jinwarê li bakurê bajarê Dirbêsiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Projeya gund bi pêşengiya Jineolojiyê hatiye avakirin. Gundê ku di 10’ê Adara 2017’an de dest bi avakirina wê hat kirin, di 25’ê Mijdara 2018’an de bi awayekî fermî vebû. Li gundê ku zêdetirî 30 malên ji axê hatine çêkirin hene, jiyan bi destê jinan bi awayekî komînal tê hûnandin.    Nanê gund bi pergalî tê çêkirin   Li gundê Jinwarê jinên Kurd, Ereb û jinên Kurdên Êzidî bi hev re dijîn. Li ser bingeha jiyana komînal û ekolojîk pergalek hatiye rûniştandin. Ceyrana gund bi panelên rojê tê dabînkirin. Karê rojane yê gund jî, bi keda hevpar a jinan tê meşandin. Bi erdê ku tê çandin pêdiviyên bingehîn tên peydakirin. Her wiha ji sewalan jî şîr tê dotin, jê mast, penêr û gelek berhemên din ên ji şîr tên çêkirin û pêdiviyên gund pêk tînin. Li firna gund hefteyê carekê çend jin kom dibin û bi pergalî ji bo hemû gund nan dipêjin.    Parastina xwe jî ew dikin   Delal Îbrahîm a ku ev 5 sal in li gundê Jinwarê dijî, li ser jiyana xwe ya li gund axivî. Delal kêfxweşiya xwe ya ji ber vê jiyana li Jinwarê anî ziman. Delal diyar kir ku jiyana wan a li gund pir xweş e û wiha pê de çû: “Em karê xwe bi hev re dikin, perwerdeya xwe dibînin, dîsa zarokên me xwendina xwe dikin. Fêrî xebatên ragihandinê dibin. Him jî em parastina xwe bi xwe dikin. Ji ber van taybetmendiyên xwe jî gundê me ji gundên din cuda ye.”    Jin li vir xwe nas dikin    Delal Îbrahîm da zanîn ku jinên tên vir, li vir xwe nas dikin û wiha got: “Çi hêz di hindurê wan de hebe, hêza xwe derdixin holê. Jinên ku nikarin di civakê de biaxivin bi mafên xwe, bi azadiya xwe dihesin. Dibin xwedî axaftin. Wê hêzê li vê derê digirin. Gelek jin di mal de bi gefan re rû bi rû tên. Ji ber wê jî nikarin xwe îfade bikin. Belê rast e mêr jî zextê li jinan dike. Lê belê malbat jî gelek caran vê yekê dikin bi rengekî din. Gelek caran dema em li çîrokên jinan guhdar dikin em dibînin jin bi gelek êşan re rû bi rû hatine. Lêdanê ji bira, ji dê ji bav û endamên malbatê dîtiye. Lê belê dema ku tê vê derê li vir xwe nas dike. Wê demê xwe lêpirsîn dike, dibêje çima min hişt ku destdirêjî li min bê kirin, ez bi lêdanê re rû bi rû hatim, çima min heqê xwe nedixwest.”   Jinên ku tên, tevlî jiyanê dibin                                                                                                                                                                      Li vir jin, zarok tev bi hev re alîkariyê didin jinên ku nû tên gund. Alîkarî û hembêzkirinek xurt a jinan û zarokan heye. Delal Îbrahîm bi van gotinan qala alîkarî û piştevaniya jinan kir: “Gelek caran jinên ku tên ji ber ku êşên mezin jiyane, em bi hembêzkirin û piştevaniya xwe ya bi hev re nahêlin ku ew jin bi êşa xwe bihesin. Em wan jinan yekser tevlî jiyana xwe ya komînal dikin. Ev jî dihêle ku jin zûtir êşên xwe derbas bikin û bi perwerdeyan derxin zanebûnê. Him dibînin, him zihnê wan vedibe û him jî wê demê ew bi xwe jî dizanin bê ka ew çi dixwazin.”    Girîngiya perwerdeya zarokan   Delal Îbrahîm li ser jiyana zarokên li vî gundî dijîn jî axivî. Delal Îbrahîm wiha got: “Zarokên li gund bi gelek tiştan re mijûl dibin. Fêrî her tiştî dibin. Wêne xêz dikin, fêrî xwendin û nivîsandinê dibin. Çîrokan ji hev re dibêjin, bi hev re dimînin û dijîn. Heta zarokên vê derê jî bi ew rihê jiyana hevpar mezin dibin. Ev jî dihêle ku zarokên li vir ji yên deverên cuda, cudatir mezin bibin.”   Bi gihayan dermanên xwezayî çêdikin   Delal Îbrahîm da zanîn ku ew jî di xebatên Şîfa Jin de cihê xwe digre û ev agahî dan: “Bi gihayan em dermanên xwezayî çêdikin. Ji bo rewşên lezgîn ên mîna şewatê jî em dermanan çêdikin. Niha dixwazim ji bo parastina ji rojê merhemekê çêkim. Hinek pêwîstiyên me yên xwezayî ji derve tên em digirin û karê xwe dimeşînin. Hinekan jî em bizir digirin û li vê derê hilberîna wan dikin, li aliyê din karê xwe jî pê dikin.”   ‘Jin derdora xwe xweşik bike jiyan xweşik dibe’   Delal Îbrahîm di dawiya nirxandinên xwe de ji me û xwe re serkeftin xwest û wiha got: “Divê em xwe bêtir bipêş bixin û xwe di zanînê de kûr bikin. Divê em bigihînin astek wisa ku gundê xwe xweşiktir bikin. Dema ku jin derdora xwe xweşik dike, jiyan li wir xweşik dibe.”