ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2025'AN 2025-06-17 09:00:00     * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da zanîn ku jin û mêrên bi jiyana sosyalîst ve girêdayî, kengî jiyana azad bi awayekî gerdûnî û kolektîf pêk anîn, dikarin û şensê wan heye ku bi awayekî taybet jî rast û xweşik bijîn. DOSYA    * Li Jinwarê jin sînorên ji jinan re hatiye danîn hildiweşînin, bi jiyana xwe ya kolektîf bi keda destê xwe jiyanê ji nû ve ava dikin. Jinên Kurd, Ereb, her çiqas ziman û çandên wan cuda be jî dibin mînakek netewa demokratîk. BI DÎMEN   *Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruzî der barê cezayên darvekirinê de axivî û got: “Ev înfaz ne alavên edaletê ne, ev alavên serdestiyê yên bi xwîna gel hatine îmzekirinê ne. Rejîma ku bi nasnameyan re têkiliyê danayne, berê xwe da sêdaran.”    *Li hember lêgerîna tazî ya li hemberî xizmên girtiyan, OHD'ê broşûreke agahdariyê amade kir. Endama OHD'ê ya Rihayê Dîcle Aksu, diyar kir ku ew ê broşûrê li malbatan belav bikin û got: "Armanc dikin ku li dij binpêkirinên derqanûnî ya li hemberî mafên mirovan hişyariyê bikin."  BI DÎMEN    *Jinên ku li  qeyikên masîgiran dixebitin bal kişandin ser bandora biryarên ku ji hêla siyasetmedaran ve li ser krîza aborî hatine girtin û diyar kirin ku zehmetiyên ku ew dijîn kûrtir dibin. Wan tekez kir ku têkoşîna ji bo debara jiyanê êdî nayê tehemûlkirin. DÎMEN HEYE   *Yek ji parêzerên dozê, Turkan Aslan Agaç, di salvegera 4'em a kuştina Deniz Poyraz de axivî û destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li kuştinên nû divê dewleta hiqûqê ji nû ve were avakirin û Komîsyonên Rastiyê di zûtirîn demê de werin avakirin. DÎMEN HEYE   *Bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” 3’yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd tê lidarxistin. Endama platformê Devrîm Demîr, bal kişand ser konferansê û got: “Di hemû herîkina pêvajoya dîrokî de em dinêrin ku her tim jin bûye diyarde, bûye kirdeya hemû pêvajoyên civakî yên jiyanî. Ji ber vê hêviya me ev e ku platform bibe bingeha avakirina yekitiya neteweyî.” BI DÎMEN