OHD li hember lêgerîna tazî ya xizmên girtiyan bertek nîşan da 2025-06-04 15:18:43     RIHA -  Şaxa OHD'ê ya Rihayê der barê zextên li girtîgehên bajêr daxuyanî da û diyar kir ku li ser xizmên girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin û têkildarî mijara banga lêpirsînê kir.   Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê têkildarî binpêkirinên mafan ên serdanên xizmên girtiyan yên li girtîgehên bajêr de tên jiyîn li ber girtîgehê daxuyanî da. Gelek kesên ji saziyên sivîl û xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn.   Kordînatorê Komîsyona Girtîgehan a OHD'a Rihayê Emre Çaylan ku rapora binpêkirinê parve kir diyar kir ku xizmên girtiyan hem di serdanên vekirî û hem jî girtî de rastî pêkanînên xerab, pêkanînên cudakar û pêkanînên lêgerînê yên ku rûmeta mirovan binpê dikin tên û wiha got: "Lêgerînên li Girtîgeha Tîpa T hejmara 2'emîn a Rihayê ku ji endametiya PKK'ê tên mehkûmkirin an jî girtî ne, pêkanînên li hemberî kesên diçin serdanê li dijî mafê mirovan e."   Emre Çaylan diyar kir ku di raporê de îfadeyên 20 xizmên girtiyan jî hene û got, "Ji van kesan 12 kes ragihandinku bi pêkanînên mîna lêgerînên tazî re rû bi rû mane ku ketin hundir, lêgerînên berfireh û tevgerên biçûkxistinê; 7 kesan jî diyar kir ku wan ti pirsgirêk nejiyane. Kesekî got ku nehiştine serdana girtîgehê bike, îfadeya kesekî jî nehat wergirtin. Di nav 12 kesên ku rastî pirsgirêkan hatin de 9 jin û 3 mêr jî hene û balê dikişînin ser pêkanînên lêgerînê yên dijwartir ên li jinên diçin serdanê."   Emre Çaylan da zanîn ku kirasên kesên diçin serdanê jî tên kontrolkirin û wiha got: "Kontrolkirina bincilan ên jin, destavêtina li qadên wan ên girtî û rakirina serê wan bi awayekî zelal, pêkanînên biçûkxistinê ye û ev yek jî îşkence û kiryarên xerab e. Destlênedana bi darê zorê, kontrolkirina bincilan, vekirina bexçeyan û pêwendiya bi deverên girtî re, destwerdanên ne li ser razîbûna di derbarê jîyan û laşê takekesî de ne. Lêgerînên ku di pratîkê de tên dîtin sîstematîk in, kêfî ne û newekhev in. Rastîya 9 ji 12 mexdûrên hevpeyvînê jin in, û jin bi hêmanên wek serserî, bincil û poran tên lêkolînkirin, ev jî nîşaneya zelal a cudakariya zayenda civakî ye.   Emre Çaylan bang li Wezareta Dadê û saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî van pêkaînan bêdeng nemînin û lêpirsîn bên vekirin.   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.