‘Divê dewlet demildest gavê bavêje’ 2025-05-24 09:03:00     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku rewşa girtiyan bi taybet jî binpêkirinên mafan ên li hember girtiyên siyasî her diçe giran dibe û got divê dewlet ji vê saetê şûnde gavên şênber bavêje.   Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, PKK’ê di daxuyaniya di 9’ê Gulanê de da diyar kir ku  12’emîn kongreya xwe pêk aniye û biryara fesihkirinê da. Li dijî vê hîna dewletê gavek erênî navêtiye. Li aliyê din jî li girtîgehan rewşa girtiyan zahmet dibe û bi taybet jî binpêkirinên mafan ên li hember girityên siyasî didom.   Li gorî rapora ÎHD’ê ya 28’ê Nîsanê li girtîgehan herî kêm 335 jê giran bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene û ji van 161 heb jin in û hezar û 251 jî mêr in.   Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê rewşa girtiyan de axivî û got divê hemû girtî  bên berdan.   ‘Divê gavên şênber bên avêtin’   Sîbel Çapraz balkişand ser banga "aştî û civaka demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û got: “PKK’ê biryara feshê da. Lê heta ku dewletê gavên şênber neavêtine. Em ji ber wê nikarin wek pêvajoya aştiyê binirxînin. Divê zemînek baş bê avakirin û hewcedariyên pêvajoyên bên cih. Wek hûn diznain pevçûneke bi salalan didome heye. Gelek kesî zirar dît. Mirov hatin girtin, surgunkirin, qetilkirin. Niha hêviyek afiriye. Bêguman ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê gav bên avêtin. Divê demildest gav bên avêtin. Divê Piştgiriya ji bo pêvajoye bê dayîn.  Hinek rastiyên ku divê pêşiya wan bê vekirin hene. Ji van yek jî girtiyên nexwşein. Yên rewşa wan giran hene. Divê der barê vê de sererastkirinek bê kirin.”   ‘Wezîrê dadê zelal nêz nabe’   Sîbel Çapraz daxuyakirin ku divê desthilatdarî li gorî danezana gerdunî ya mafê mirovan a navneteweyî tevbigere û demildest girtiyên nexweş tahliye bike û ji bo xwe bigihinin mafê tenduristiyê pêşiya wan bê vekirin. Sîbel Çapraz wiha got: “Yek ji gavên şên ber ya bê avêtin berdana girityên nexweş e. Hewldanên me hene. Hevdîtinên me yên bi muxataban re heye. Wezareta dadê di vê mijarê de zelal tevnagere. Girtiyên nexweş divê bigihêjin azadiya xwe.”