Meclîsa Zarokan avakirina xwe ragihand 2025-05-22 14:15:52   AMED – Konseya Bajar a Diyarbakir,  li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo ku zarok bi awayekî aktîf beşdarî jiyana bajêr bibin, Meclîsa Zarokan ava kir. Meclis armanç dike ku zarok di pêvajoyên biryargirtin û axaftinê de çalak bin.   Konseya Bajar Diyarbakir,  Meclîsa Zarokan a li ÇandAmedê ya li navçeya Sûrê ya Amedê hatiye avakirin, bi raya giştî re parve kir. Pêkhateyên Tora Mafên Zarokan a Amedê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Sekretera Giştî yê Meclîsa Şaredariya Amedê Selvî Tunç ve hat xwendin.   Selvî Tunç  bal kişand ser girîngiya biştevaniyê û wiha got: “Em endamên çapemeniyê, saziyên civaka sivîl û hemû raya giştî ya pêwendîdar vedixwînin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoya watedar. Berpirsiyariya me hemûyan e ku em mafê zarokan ê li  bajarê xwe biparêzin û ji rewşa pasîf wan derbixin û wan bikin kirde. Ji bo ku zarok li bajêr bi wayekî adîlana bijîn dê xebatên me bidomin û em herkesî vedixwînin piştevaniyê."