Ji gumanbarê tundiyê li mala ku jin lê dijî hepsa malê! 2025-05-19 09:05:48   Medîne Mamedoglu   AMED - Hebûn Eker ku tundî li Seda Eker a pê re di asta destberdanê bû kir û tehîda mirinê kir bi biryara dadgehê li mala ku Seda Eker dijî xistin bin hepsa malê. Seda Eker bertek nîşanê biryarê da û got: “Ji bo girtina gumanbar divê ez bimiriim?”   Tundiya li ser jinên her diçe zêde dibe û parastina gumanbaran û tehê hiştina jinên mexdur bûye polîtîka dewletê. Her roj jinek tê qetilkirin û bi sedan jî tundiyê dibînin. Daraz jî li şûna cezayên bi bandor bide biryarên ku gumanbaran diparêze dide. Yek ji van mînakan li Amedê derket holê.   Li Amedê Seda Eker (24) ji aliyê Hebun Eker (32) û bavê wî tundiya fîzîkî dît. Seda ku 7 sale bi gumanbar re zewicandiye, doza destberdanê vekir. Hefteya borî Seda Eker ji aliyê gumanbar Hebun Eker û bavê wî Cemal Eker ve tundî dît û bi kuştinê hat tehdîdkirin.   Gumanbar Hebun Eker ku hat binçavkirin piştre hat berdan. Dadgehê der barê gumanbar de hepsa malê da û biryara durxistinê ya mehekê da. lê hat hînbûnku kelepçeya elektronîk hîna neketiye dewrê. Nokteya balkêş jî eve ku gumanbar li mala ku Seda Eker dijî, xistin bin hepsa malê.   Seda Eker û parêzera wê Îrem Îlhan der barê mijarê de axivîn.   Îşkence dît bi mirinê hat tehdîdkirin   Seda Eker da zanîn ku piştî biryara destberdanê dadgehê xaniyê ku têde dijiya ji wê re tahsîs kiriye û got li mala ku ew û zarokê xwe dijiya roja sêşemê êrîş kirine. Seda Eker wiha got:”Çawa keça min derî vekir êrîşkar ketin hundir. Keça min girtin û daketin xwarê. Hebûn Eker, bavê wî Cemal Eker û dayika wî Îkram Eker piştre hatin ketin hundir. Gotin ji malê derkeve. Min qebûl nekir. Hebun Eker ez derb kirim. Ez bi erdê re kaş kirim.  Hebûn û Cemal Eker îşkence li min kirin. Ji bo ez ji destberdanê vegerim tehdîda mirinê kirin. Nîv saetê ez derb kirim. Cîranan gazî polîsan kirin. Polîs hatin û em çûn qerekolê. Ji ber îşkenceyê her derê min rewş bû. Îfade girtin, min got ez gilî dikim. Min dipa ku bên girtin lê hemû hatin berdan. Roja din Hebun Eker hat binçavkirin.  Piştre hepsa malê û biryara durxistinê dan. Der barê bavê wî Cemal Eker de jî biryara durxistinê hat dayîn.”   Gumanbaran got ‘wê bixwe kiriye’ û gilî kirin   Seda Eker got gumanbarên îşkence lê kirine îdia kirine ku ‘wê xwe bi xwe wisa kiriye, serê xwe li dîwaran xistiye’ û gilî kirine. Seda Eker wiha dirêjî dayê: “Gumanbar ku divê li malê bûne her tim li derve bû. Hîna kelepçe lê nexistine. Ewlehiya canê min tuneye. Ez bi fikarim. Yên ev îşkence kirin dikarin ya herî xerab bikin.  Dadgehê biryara hepsê daye lê ji bo mala ez lê dijîm ev derbasdare. Ji bo kesê îşkence li min kir, li mala ez lê dijîm cezayê hepsa malê dane. Ev ceza pir sivike. Ji bo girtina vî kesî divê ez bimrim.”   ‘Divê bêcezahiştin bidawî be’   Endama Lijneya Rêveberiya Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê Îrem Îlhangot got gumanbar ji sûcê ‘ji qestî kes birîndarkirin’ wê bê darizandin û got polîtîka bêcezahiştinê ya pêk tê raste rast jiyana muvekîla wê tehdî dike. Îrem Îlhan wiha dirêjî dayê: “Biryar hepsa malê ji bo mala ku muvekîla min lê dijî hatiye dayîn. Kelepçeya elektronîk hîna ne aktîfe. Ev biryar ji parastina mexdura tundiyê wêdetir ji gumanbar re qadê vedike.Ev biryar skandale û cesaretê dide gumanbar. Cezayên bi bandor wê pêşî li van sûcan bigire.”